Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Simînarek bi boneya 2`ê Rêbendanê di bajarê Silêmaniyê de hate lidarixsitin

15:23 - 24 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Simînarek ji aliyê “Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistan, Navenda bilind”, derheqê avakirina Komara Kurdistan, di bajarê Silêmaniyê de hate lidarxistin.

Roja Duşemî 2`ê Rêbendna 1396`an, li ser daxwaza “Yekîtiya Ciwanên Demokrata Kurdistan, Navenda bilind”, simînarek ji bo rêzgirtin ji salroja avakirina Komara Kurdistan, li jêr navê “Astengên li ser riya pirsa serbixweyiya Komara Kurdistanê heyanî niha” hate lidarxistin.

Di vê rêûresmê de, heyeteke PDKÎ bi serperestiya “Têymûr Mistefayî”, endamê Deftera Siyasî a PDKÎ, beşdarî kir, û navbirî derheqê sedemên herifîna Komara Kurdistanê de axivî.

Mistefayî di axavtina xwe de, bi hûrî bas ji rewşa siyasî û civakî a wê serdemê a Kurdistan û astengên ku bûn bi sedema herifîna Komara Kurdistanê kir.

Mistefayî di beşeke din a axavtinên xwe de, derhqê xweneragiriya Firqeya Demokrat a Azerbaycanê, û bêdengiya xwedîhêzên cîhanê, û nebûna rewşa baş, û nehêştina derfeta bicî li gora civaka wê heyamê, û çend sedemên din ku bûn bi sebeba herifîna Komara Kurdistanê, axivî.

Herwiha di beşeke din a wê simînarê de, “Kemal kerîmî”, û “Hejar Hewramî”, mamostayê zanîngehê dîtingehên xwe di vê derheqê de anîn ziman.

Her di wê pêwendiyê de, Tahir Mehmûdî endamê Komîteya Navendî a PDKÎ jî derheqê “Komara Kurdistanê” de axivî.
Di dawiyê de kesên beşdar di vê simînarê de, bi pirsiyar û tîbîniyên xwe, ev civîna dewlemend kirin.

Di wê simînarê de hejmarek berçav nûnerên hêz û aliyên siyasî yên Başûr, Rojhilat û mamosta û xwendekarên zanîngehê beşdar bûn.