Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja avakirina Komara Kurdistanê bilind hate ragirtin

20:45 - 24 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat di gund û bajarên Kurdistanê de, bi boneya salroja avakirina Komara Kurdistanê, çalakiyên xwe didomînin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, qehremanên Demokrat, bi boneya 2`ê Rêbendanê, salroja avakirina Komara Kurdistan, di gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê de, Demokratperweran alaya Kurdistanê hildan û ev roja ji xelkê pîroz kirin.

Herwiha di gundê Tengîser a girêdayî bajarê Sine de jî, çalakiyên teblîxî hatine lidarxisitn, û tirakt û postêrên taybet bi wê rojê belav kirin.

Hevdem di bajarê Mehabadê de, qehremenên Demokrat di gundê Qizilce de jî bi boneyê salroja avakirina Komara Kurdistanê, teqeya keyfxweşiyê kirin.