Kurdistanmedia: Bîrmendekî navdar ê Firansî radigehîne ku pêşmerge bi milîşên Şî`e hate firotin, û YPG jî bi arteşa Tirkiyê.
Hnêrî Lêvî fîlsofê Firansî di vê derheqê de ragehand ku ew ji vê leyîza Amerîka û Rojava tê nagihîje, ku di navçeyê de encam didin, û zelal jî kir ku wê neviyên me şermezar bin, dema ku li dîrokê binêrin, û bibînin ku em jî bêdeng bûne di hemberî vê zilma ku li Kurdan hatiye kirin li Îraqê û îro jî li Sûriyê.
Wî eşkere jî kir ku Erdoxan êdî xwe serokê Tirkiyê nizane, û wisa difikire ku ew dirêjkiriyê sultanên Osmanî ye, lê di vê yekê de jî serkevtî nabe.
Wî bas ji fîlam xwe jî kir, û got ku min ew fîlma belgeyî li ser pêşmerge di Saziya NY de nîşanî beşdaran da, û ezê vê fîlmê ji bo berpirsên payebilind ên leşkerî jî nîşan bidin.
Li gora gotina vî bîrmendê Firansî hekî pêşmergeyên qehreman li Pirdê şerekî qehremanane nekiriban, niha milîşên Şî`e li Hewlêrê bûn, û heman tişt li Efrînê jî rast e.
Ew Bîrmendê Firansî li ser vê baweriyê ye ku tenê çiya û bîrûraya giştî ya Rojava digel Kurd e, hikûmet û serokê Firansayê jî dostekî baş ê Kurd e, lê dema ku Amerîka û Birîtaniya û Rûsiye Kurdan bifirşne milîşên Îranî, û wî mêrkê şêt ê Tirkiyê, Fransa jî bi tenê nikare hemû tiştekî bike.