Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efrîn bi tenê di hemberî êrîşên bejahî û esmanî de li ber xwe dide

14:27 - 25 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê ku, areta wî bi hemû hêza xwe ya bejahî û esmanî, hêşta jî nekariye têkeve nanva Efrînê de, niha gefa êrîşa li ser Minbicê jî dike.

Erdoxanê serkomarê Tirkiyê ku kariye Rûsiyê û Amerîkayê bi vê bixapîne ku ew sivîlan nake armanc, û ewê bikare bi hêsanî hêzên Kurdî ji Efrînê derxîne, û bi gotina wî, ewê ewlehiyê vegerîne sînorên xwe, lê ji aliyekî ve digel berxwedaneke bêhempa ya gelê Kurd û Yekîneya Parastina Gel berbirû bûye, û ji aliyekî din ve xelkê sivîl û ambulansên bihawardeçûnê dike armanc.

Heya niha bi dehan kesî ji xelkê sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, hatine şehîd û birîndarkirin. Roja borî berpirseke tendirustiya kantona Efrînê ragehand ku heya niha 35 sivîl ji aliyê hêza dagîrker ya Tirkiyê ve hatine şehîdkirin.

Di vê derheqê de Koşka Spî roja çarşemiyê ragehand ku Trump di pêwendiyeke telefonî de daxwaz ji Erdoxan kiriye ku êrîşa xwe ya leşkerî di Erînê de berteng bike.

Ji aliyekî din ve arteşa dagîrker ya Tirkiyê dest bi topbarankirina gundên rojavaya Minbicê kir, û niha ku nekariye Efrînê dagîr bike û gellek kuştî dane, milîşên arteşa Azad ji Cerablosê ve tîne Efrînê.