Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adel al-Jubeir: Rejîma Îranê bi nirxa jiyana xelkê xwe, piştevaniya terorîzmê dike

21:09 - 25 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karûbarê Derve yê Erebistana Si`ûdiyayê, di civîna Civata Cîhanî ya Aboriyê de, rejîma Îranê weke hikûmeta tarîtiyê bi nav kir.

Li gora rapora nûçegihaniya “Associatepress”ê, roja Çarşemî 4`ê Rêbendana 1396`an de, “Adel al-Jubeir”, Wezîrê Karûbarê Derve yê Erebistanê, di civîna Civata Cîhanî ya Aborî di bajarê “Davûs”ê de hatiye lidarxisitin, rejîma Îslamî a Îranê, bi piştevanîkirin ji terorîzm û cudahîdanan û destêverdan di karûbarên welatên din de, tawanbar kir.

Adel al-Jubeir di doma axavtinên xwe de, îşare bi afrandina aloziyên rejîma Îslamî a Îranê di Rojhilata Navîn û piştevanîkirina wê rejîmê, ji girûpên terorîstî weke Hizbullaha Lubnanê û Heşda Şe`ibî û Husiyan Yemenê kiriye, û gotiye ku: Di Rojhilata Navîn de, du dîtingeh bi hev re di şer de ne, dîtingeha ronahiyê û di hemberî wê de jî dîtingeha tarîtiyê heye, ku ew dîtingeha karê wê cudahîdanan e, û hewl dide da ku împeratoriyê ava bike, û ev yeka jî hezaran salî berî niha ji nav çûye, ev rejîma ji cudahîdanan û dijayetîkirin û herwiha, destêverdan di karûbarên welatên din de, mifahê werdigre, da ku bi wî rengî xwastekên xwe ber bi pêşve bibe, heta bi nirxa jinavbirina tendirustiya xelkên welatê xwe.

Civîna Civata cîhanî ya Aborî, di roja Sêşemî 3`ê Rêbendana 1396`an de, di bajarê Davûs a Swîsrayê de dest bi karê xwe kiriye, û hêjayî basê ye ku rayedarên payebilind yên rejîma terorîstî a Îranê beşdarî wê civînê nînin.