Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê serdana PDKÎ kir

21:13 - 25 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Mekteba Pêwendiyên Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, serdana Deftera Nûnerayetiya PDKÎ di bajarê Hewlêrê de kir.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 4`ê Rêbendana 1396`an, şandeke Mekteba Pêwendiyên Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê, bi serperestiya “Bêkes Qadir”, endamê Mekteba Siyasî û berpirsê Pêwendiyên wê Partiyê, serdana Deftera Nûnerayetiya PDKÎ, di bajarê Hewlêrê de kir, û ji aliyê heyeteke Nûnerayetiya PDKÎ ve, bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê Deftera Nûnerayetiya PDKÎ di bajarê Hewlêrê de, pêşwazî jê hate kirin.

Heyetên her du partiyan di civîneke dostane de, tevî ronahîxistina li ser çend pirs û mijarên niha yên derheqê rewşa Kurdistanê, û pîlanên dagîrkeran ji bo derbelêdana li gelê Kurd, di hemû parçên Kurdistan de, pêdagîrî kirin li ser dewamkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan, û alîkarî û hewldan ji bo yekbûn û yekhelwêstiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de, wekî hewcehiyeke vê qonaxê.