Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gellek şervanên bîhanî tevlî berxwedana Efrînê bûn

14:35 - 27 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî çend rojan şerên giran, êdî şervanên bîhanî jî xwe gehandin qadên şer, û ragehandin ku ewê bi hemû hêza xwe bergiriyê ji Efrînê bikin.

Hatina gellek bîhaniyan ji welatên demokratîk ên cîhanê ve bo nav arefên hêzên Kurdî di Rojava de ji bo bergirî ji azadî û mafê mirovan, di demekê de ye, ku Tirkiyê bas ji rizgarkirina Efrînê ji destê terorîstan dike.

Erdoxan roja borî ragehand ku ew tu carî xelkê medenî nakin armanc, di demekê de ku dîmenên gellek bijan û dilêş ji kuştina xelkê sivîl belav dibin, ku di encama êrîşên esmanî ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest didin.

Roja borî dîsan şerên giran li herêmên Raco, Şera, Şiyê, Bilbilê û Cindirêsê hebûn. YPG`ê ragehand ku gellek serbaz ji qada şer reviyane, û gellek jî hatine kuştin, û çekên xwe bi cî hêlane.

Derheq van êrîşan Almanyayê ragehandiye, ku ew êdî çekan nadin Tirkiyê, jiber ku Tirkiye wan çekan li dijî Kurdan bi kar tîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê roja borî ragehand ku rewşa Efrînê, em nîgeran kirine, û pêwendiya telefonî ya di navbera Trump û Erdoxan de gellekî tund bûye.

Lê wisa dixûye ku Tirkiye guh nade pêşniyarên Amerîkayê, lewra jî niha gefa êrîşa bo ser Minbicê dixwe. Ew gefên serkomarê Tirkiyê di demekê de ne, ku serbarê vê ku bi hemû hêza xwe dixwaze Efrînê dagîr bike, lê hêşta jî nekariye vê armanca xwe bipêke.

Şarezayên siyasî ser vê abweriyê ne ku hekî ew bixwaze êrîşa Minbicê jî bike, Amerîka bi gellek sedeman vê îznê nade Tirkiyê.