Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 3 hezar çekdarên Sapaha Pasdaran di Sûriyê de cihgîr kirine

15:02 - 27 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Balyozê Îsraîlê dibêje ku rejîma Îranê milîş û çekdarên xwe di Sûriyê de cihigîr dike, û welatê wî jî nikare vê yekê qebûl bike.

Li gora raporên belavbûyî, “Danny Danon” Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîlê, di rapora xwe ya roja Pêncşemî 5`ê Rêbendana sala 1396`an, ya di civîna Şêvra Ewlekariya NY de ragehadin ku: Hejmara çekdarên girêdayî Saziya Hizbullah a Lubnanê, di Sûriyê de 9 hezar kes in, û herwiha milîşên Şî`e yên Efxanî û Pakistanî û Îraqî yên Sûriyê de jî,hejamara wan digihîje 10 hezar kesî, û herwiha girûpên din yên çekdar ku ji hemwelatiyên Sûrî pêk tên, 60 hezar kes in,û hemû ew kes û girûpên çekdar yên di Sûriyê de girêdayî rejîma Îranê ne.

Balyozê Îsraîlê yê di Saziya NY de gotiye ku, Îsraîl bi eşkerekirina wê rapora nepenî a derheqê rejîma Îranê di Sûriyê de, wê ji hemû cîhan re nîşan bide, ku hekî bûyerên ku di Sûriyê de diqewmin neyên dîtin, metirsiyên gefên çalakiyên rejîma Îranê wê roj bi roj zêde bin.

Li gor gotina “Danny Danon” hebûna hêzên bi wî rengî di Sûriyê de, ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, wê yekê derdixin, ku rejîma Îranê di hewla alozkirin û têkdana rewşa herêmê, û gefxwarina li Îsraîlê ye.

Herwiha “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê, di gotûbêja digel medyayên Îsraîlê de daye zanîn ku, navbirî ji rayedarên Rûsiyayê re gotiye, ew nikarin tu gefekê di nav axa Sûriyê, yên li dijî qazancên welatê xwe qebûl bikin, û wê pêşiya her cure êrîş, yan jî şandina çekan ji bo Lubnanê, û dirustkirina çeperên şer ji aliyê rejîma Îranê di Sûriyê de bigirin.