Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di merasima sersaxiya Hacî Fazil Axa de beşdarî kir

21:30 - 27 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Deftera Siyasî a Partiya Demokrat, di rêûresma sersaxiya “Hacî Fazil Axa”de beşdarî kir.

Li gora rapora malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 6`ê Rêbendana 1396`an, şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî”, endamê Deftera Siyasî a Hizbê, di rêûresma sersaxiya wî kesayetiyê naskirî yê eşîra “Gerdî” xwedêjêrazî “Hacî Fazil Axa” de beşdarî kir.

Şanda Partiya Demokrat di vê rêûresm de, peyama hevxemî û sersaxiya “Mistefa Hicirî” sekreterê giştî yê PDKÎ, ji malbata xwedêjêrazî re regihand, û havxemiya xwe digel wan nîşan da.

Hacî Fazil Axa kesayetiyekî nîştimanperwer û neteweyî bû, û di gel PDKÎ jî pêwendiyên dostane û mêjîn hebûne.