Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li dijî rejîma Îranê nerizayetî berdewam dikin

14:22 - 28 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku rejîm wisa nîşan dide ku dawî bi nerazîbûna xelkê aniye, lê bi awayên cur bi cur ew nerazîbûn dewam dikin.

Di demekê de ku meşên nerazîbûnê ên sertaserî her rojê bi zêdebûna rêjeya kombûnan û girevgirtinên pîşeyî û kedkarî xwe nîşan dide, lê hejmarek zêde ji neraziyan jî di torên civakî de, pitansiyelên nerazîbûnên civakî nîşan didin.

Nîşandana nerazîbûna herî nû ji aliyê neraziyan ve, danîna heşteka “ # birûxînin” e, ku di bersiva Xatemî serkomarê bi qewl reformxwaz de hate danîn.

Xatemî ragehandibû ku ew ciwanên ku li ser kolanan diruşmên tund didan, tenê lome û gazinde hebûn, wan daxwaza hiloşînê nedikir.

Lê bi danîna vê heştekê, neraziyan xwast ku cardin pêdagiriyê li ser hewla xwe ya hiloşandinê bikin, ku ew heştek 30 hezar carî hate “twit”kirin.

Ji aliyekî din ve, girûpek ji kedkarên “otobusranî”ya Tehranê, dest bi meşên neazîbûnê kirin, û daxwaza dana wan avahiyan ji dewletê dikirin, ku dewletê dibe pênc salan berî niha dabana kedkaran, lê li gora gotina wan, hêşta jî ew avahî nivîşkan û nîvetewaw mane.

Herwisa ji roja Şemiyê ve, kedkarên karxaneya “Kiyan Kurd” a Melayirê seba nedana heqdestê xwe ji aliyê birêvebrê kargehê ve dest bi meşeke nerazîbûnê kirin. Li gora gotina wan, aliyê kêm heqdestê pênc mehên wan, û eydaneya salên 95 û 96`an jî nedane.