Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek xwefiroş li Kirmaşanê hatin kuştin

14:41 - 28 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di encama êrîşa çend kesên nenaskirî ên çekdar li parêzgeha Kirmaşanê de, çend kirêgirtiyên rejîma Îranê hatin kuştin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, roja Şemiyê 7`ê Rêbendanê, di encama êrîşekê de bo ser caş û kirêgirtiyên rejîma Îranê, li bajarokê Êzgile ya Kirmaşanê, çend xwefiroş hatin kuştin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê de bas ji vê kiriye ku ew kirêgirtî xelkê bajarê Selas a Bawecanî bûne, û nasnameya wan “Salih Şê`irî, Husên Mihemedî, Ehmed Şohanî, Ezîz Şê`irî” ragehandiye.

Ehmed Şohanî ji çekdarên tîpa “Ensar Elhusên Hemedan” bûye, û herwisa Salih Şê`irî jî xelkê Ciwanroyê û xanenişîn bûye, lê dîsan jî dest bi kar bûye.

Heya niha tu girûp û aliyekî ew êrîş nekêşaye stûyê xwe, lê çavdêrên siyasî bas ji vê dikin, ku ew yek pîlan û hêceta rejîma Îranê ye bona vegeşandina serkut û îdamên di Kurdistanê de.