Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêşikiçî: Di Efrînê de îxanet nayê kirin, ji ber vê jî heyanî niha berxwedanê dike

15:23 - 28 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: ” Îsma`îl Bêşikçî” kesayetiyê civaknas û siyasî û dostê gelê Kurd, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê wiha nirxandiye, ku di Kerkûkê de îxanet hate kirin, lê li Efrînê îxanet tunîne, ji ber vê jî Efrîn neketiye.

“Îsma`îl Bêşikçî” di gotûbêja digel rojnameya “Gezeteduwar” a Tirkiyê de ragehand ku: Efrînê bajarê kurdan e, û gelê Kurd û xelk berevaniyê ji wî bajarî dikin, û li hemberî êrîşên artêşa Tirkiya dagîrker de disekinin, lê bajarê Kerkûkê di 16`ê Oktoberê de îxanet jê hate kirin, her bi vê sebebê jî bû ku bajar hate dagîrkirin, lê di Efrînê de îxanet nayê kirin û Efrîn weke Kerkûkê nayê dagîrkirin.

Bêşikçî basa vê jî kiriye ku, Rûsiyayê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê, û çiqa siyasî a Partiya Kedkarên Kurdistanê (PKK) a di Rojavayê Kurdistanê de, daxwaz kiribû, da ku li Amerîkayê dûr bin, û alîkariya rejîma Sûriyê bikin, lê “PYD” ev daxwaza red kir, û her bi vê sebebêye jî Sûryie û Rûsiya bi vê opozisyona Tirikiyê ya li dijî Efrînê razî bûne.

Di heyama rojên derbazbûyî de, Dewleta Tirkiyê piştî heyameke dûr û dirêj bi gefxwarin û givaşan, bi awayê zelal ragehand ku êrîşê dibe ser Kurdistana Sûriyê, û di devera Efrînê de jî wê dest pê bike, û niha wan gefên xwe bi kiryar encam dide û bi çekên giran û balafirên şerker û topxaneyan êrîş kiriye ser Kurdistanê, û di vê navberê de jî, canê xelkên sivîl ketiye metirsiyê de, û bi destpêkirina êrîşa bejahî a artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, egera avarebûna hezaran kesî heye.