Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Azerbaycanê ji çalakiyên Spaha Pasdaran, di wî welatî de nîgeran e

15:24 - 28 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Navendên ewlekariyê ên Komara Azerbaycanê di vê dawiyê de hişdarî dane ku, rejîma Îranê destêwerdana xwe di nava wî welatî de berfireh kiriye, û tê texmînkirin, ku beşeke zêde ji xelkên wî welatî li jêr bandora rejîma Îranê de bin.

Li gora raporên navendên Ewlekariyê ên Azerbaycanê, bi berfirehbûna çalakiyên Şî`eyan yên ku li jêr bandora rejîma mesebî a Îranê de ne, di navbera piraniya hemwelatiyên tundrev û Azeriyên nermrev de, dijayetî û nakokî dirust bûye û ji hev cuda bûne.

Herwisa Îdareya Îtila`ata Azerbaycanê jî dibêje, li gora raporên fermî yên wê navendê, ji nav 150 xwendingehên Şî`e yên wî welatî de, 22 ji wan xwendingehan li jêr kontrola tewaw a rejîma Îslamî a Îranê de ne.

Piştî jinavçûna Yekîtiya Soviyetê û gihîştina Komara Azerbaycanê bi serbixweyiyê, pêwendiyên di navbera Îran û Azerbaycanê de, heyanî niha gellek caran evraz û nişîv bi xwe ve dîtine, çimku Azerbaycan ji destêwerdana mesebî a rayadarên rejîma Îranê di nav karûbarên xelkên wî welatî de nîgeran e.

Ji aliyekî din ve, rejîma Tehranê jî nîgeranê nifûzkirina Azerbaycanê di nav bajarên Azerîziman ên bakûrê Îranê ye.

Herwisa Sapaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, milîşên Azerîziman yên girêdayî vê saziyê, ji bo komkirina zanyarî û lidarxistina teblîxên li dijî dewletê, di welatê Azerbaycanê de alîkarî dike, û piraniya wan jî Şî`ên tundrev in.

Hêjayî basê ye ku, destêwerdanên bi vî rengî Komara Azerbaycanê, bi awayekî tund ji aliyê rejîma Îranê ve, nîgeran kiriye.