Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Komîsyona Qezayî û Hiqûqî a meclisa rejîmê: Xwenîşanderan heb xwaribûn

14:02 - 29 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê bona vê ku ji dest cinayeta kuştina girtiyan xwe rizgar bikin, boxtanan li girtiyan dikin, û dibêjin wan heb xwaribûn, û piştre li dijî Komara Îslamî rijiyabûne ser kûçe û kolanan.

Hesen Nowrozî berdevkê Komîsyona Qezayî û Hiqûqî ya meclisa rejîmê ragehandiye: Hinek ji girtiyên xelkê Kirmaşanê digotin ku çima we em anîne vir. Berpirsên girtîgehê jî gotne wan ku we êrîşî ser her ciyekî dikir, û we şûşe dişkandin û we alozî çê dikir. Lê girtiyan gotin ku me nezaniye, û me haj xwe nebûye. Jiber ku em biribûn cihekî, û heb dane me, û piştre em hatin ser şeqaman.

Wî herwisa kuştina du girtiyên din vegerandiye ser vê ku, wan girtiyan zanîne ku guneh kirine, lewra li ber hestkirin bi vê guneha xwe bêhiş ketine û mirine.

Navbirî wekî vê ku tu kes wan nas nake, û nizane ew çiqas bêrehm û cinayetkar in, bi derev bas ji vê dike ku ew her girtiyekî digrin, berî ragirtina wî/ê, em hewl didim wî azad bikin, û daxwaza danîna “wesîqe”yê jê dikim, û qaziyên din jî wisa nin.

Ew îdi`ayên vî axûndî di demekê de ne, ku di girtîgehên rejîmê de cinayetên herî hovane têne encamdan, û mînaka herî nû jî, êrîşa bêrehmane li ser meşvanan li bajarên curbicur ên Îranê de, û kuştin û birîndarkirina bi dehan kesî û kuştina çend kesan di nava girtîgehan de li jêr îşkenceyê de bû, ku îsbat bûye hinek ji wan girtiyan bi xwarina heban jiyana xwe ji dest dane.

Roja Sêşemî 26`ê Befranbara 1396`an, “Mehmûd Sadiqî” yek ji nûnerên rejîma Îranê di meclisê de, di vê derheqê axivî û got: Ew girtiyê ku di vê dawiyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, di pêwendiyeke telefonî de, ji malbata xwe re gotibû, ku rejîm girtiyan neçar dike da ku hin heban bixwin, û girtî jî piştî xwarina wan heban rewşa tendirustiya wan têk diçe.