Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kempêynek ji bo piştevanîkirin ji “Hidayet Ebdullahpûr” hate avakirin

20:32 - 29 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hejmarek ji çalakvanên siyasî û mafê mirovan, ji bo piştevanîkirin ji “Hidayet Ebdullahpûr”, girtiyê siyasî yê Kurd, ku sizaya îdamê bi ser de hatiye sepandin, kempêyneke lidar xsitin.

Piştî sizaya dijîmirovî a berpirsên Dezgeha bi nav Dadweriyê ya rejîma Îranê, ji bo îdamkirina “Hidayet Ebdullahpûr”, hejmarek ji çalakvanên siyasî û mafê mirovan kempêynek li jêr navê “piştevanên Hidayet Ebdullahpûr” pêk anîne, û ji Dezgeha Dadweriya rejîmê daxwaza hiloşandina sizaya nedadperwerane ya derheqê wî girtiyê Kurd kirine.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 28`ê Befranbara 1396`an, di nûçeyekê de belav kiriye ku, Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê, hemwelatiyê Kurd yê bajarê Şinoyê, yê bi navê “Hidayet Ebdullahpûr” kurê “Ebûbekir” bi tometa alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên li dijî Hikûmeta Îslamî a Îranê, ji bo cara duyem, bi îdamê mehkûm kiriye.

Di Reşemeha sala 1395`an de, Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê, sizaya îdamê bi ser Hidayet Ebdullahpûr û 100 sal sizaya giritîgehê bo “Hasil Ezîzî”, “Mihemedzahid Feramerzî”, “Yi`eqûb Baîkram”, “Celal Mesrûrî”, “Kemal Mesrûrî” û “Sidîq Baîkram” sepandiye.

Di heyamekê berî niha de, dosiya wan 7 hemwelatiyên Kurd bi armanca pêdaçûnê ji bo çiqa 2 ya dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Urmiyê hatibû şandin.

Ev hemwelatiyane tenê tawana wan kurdbûn e, û piştî afirandina hemaseya qehremanane ya pêşmergên PDKÎ, di gundê Qereseqel a girêdayî bajarê Şinoyê di meha Gulana sala1395`an de, hatine binçavkirin.