Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaştiya pizişkan bû sebeba jiyan jidestdana hemwelatiyekî Kurd

20:33 - 29 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd yê temen 55 salî, bi sebeba şaşiya pizişkî di paytextê Îranê de, jiyan xwe ji dest da.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di vê derheqê de belav kiriye ku, roja Yekşemî 8`ê Rêbendanê, hemwelatiyê Kurd yê bi navê “Ebdulqadir” û xelkê gundê “Derehecîc” a girêdayî bajarê Pawê, ku di bajarê Merîwanê de aikincî bû, di yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê de, bi sebeba xemsariya pizêşikî, jiyana xwe ji dest da.

Li gora zanyariyên dawiyê, wî hemwelatiyî Kurd, piştî encama emeliyata pizişikî, tendurustiya wî ber bi başbûnê ve çûbû, lê piştî lêdana derziyekê ji aliyê yek ji pizişikên wê nexweşxaneyê ve, demildest canê xwe ji dest dide.

Malbata wî hemwelatiyê Kurd, piştî vê bûyerê doz li dijî wî pizişkî tomar kirine, û li gora zanyariyên dawiyê, heyanî niha termê vî hemwelatiyê Kurd di nexweşxaneyê de ye.

Eva yekem car nine ku bûyerên bi vî rengî di nexweşxaneyên Îranê de diqewmin, di heyamên borî de jî di 14`ê Xezelwera îsal de,”Ferzane Samî” jina Kurd ya temen 20 salî, bi sebeba şaşitiya pizişikî, di nexweşxaneya bajarê Serdeştê de, jiyana xwe ji dest da.

Di Îranê de piraniya şaşitî û xemsariyên pizêşikî nayên ragehandin, her bi vê sedemê ye jî, derheqê pirsa şaşitiyên pizêşikî tu amarên dirust û zelal ber dest nînin, lê li gora amarên fermî her sal nêzî 12-13 hezar dosiyeyên pêwendîdar bi şaşiyên pizişikî di Îranê de têne tomarkirin.