Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bihêzbûna rola Îranê di Lubnanê de şer li pey xwe tîne

21:45 - 29 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Artêşa Îsraîlê di peyameke nivîskî de, ji dewleta Lubanên re hişdarî daye ku, hebûn û bihêzbûna hêzên terorîstî yên Îranê, di, wî welatî de, şer li pey xwe tîne.

Li gora raporên belavbûyî, roja Yekşemî 8`ê Rêbendana 1396`an, artêşa Îsraîlê bi belavkirina peyameyeke nivîskî ji dewlet û xelkê Lubnanê re dawxaz kiriye da ku, pêş ji dirustbûna şer di deverê de bigirin.

Ev peyama hişdariyê bi zimanê erebî hatiye belavkirin û xeyrî vê ku di medyayên Îsraîlê de belav bûye, di medyayên opozisyon yên Lubnanê û yên deverê de jî belav bûye.

Her di vê derheqê de jî, Serheng “Run Minlîs”, berdevkê artêşa Îsraîlê, tekez jî kiriye ku, di encama xemsariya rayadarên Lubnanê û guhnedana civaka navneteweyî di vê derheqê de, welatê Lubnanê wê bibe yek ji karxaneyên herî mezin yê dirustkirina mûşekan di deverê de.

Navibrî tekez jî kiriye ku, îdî tenê behsa birina çekan, pere û hemşêvriyê nine, belku Îran di Lubnanê de, bi kiryar wan çalakiyan encam dide.

Wî fermanderê leşkerî yê Îsraîlê îşare bi terorîstên di deverê de kiriye û got ku: “Qîs El-xez`elî” yek ji fermanderên “Heşda Ş`ebî” ku di Îraqê de digel fermanderên Hibullahê hatiye bakûrê Lubnanê nêzî sînorê Îsraîlê, ev terorîsta welatê Lubnanê ber bi metirsiyên şer dibe.