Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Hukmê îdama Ramîn Husênpenahî û Hidayet Ebdullahpûr hilweşînin

14:55 - 30 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Bergirî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyekê de hukmê îdama Hidayet Ebdullahpûr û Ramîn Husên Penahî mehkûm kir.

Di beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye: Di rojên borî de, Dadgeha Înqilab a bajarên Sine û Urmiyê, hukmê mirinê bi ser du hevwelatiyên Kurd bi tohmeta endametî û alîkariya hizbên Kurdî ên dijberî Komara Îslamî derkiriye, ku birrîna vî hukmî ji aliyê dadgeha Înqilabê ve, berevajiyê pîvan û standardên hiqûqî, qezayî, û dadgerî û carrnameya cîhanî ya mafê mirovan e.

Di beşeke din ya daxûyaniyê de hatiye:
RMMK tevî nîşandana nîgeraniya xwe derheq sepandina hukmê îdamê bi ser van du hemwelatiyan de, vî hukmî li dijî mafên medenî û hevwelatîbûnê û bingehên mafê mirovan dihesibîne.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hatiye daxwazkirin, ku di demeke zû de hukmê nedadperwerane yê îdamê bo Ramîn Husênpenahî û Hidayet Ebdullahpûr hilweşîne.