Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê: Tu xwendekar girtî nînin

18:52 - 31 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Navxwe yê rejîma Îslamî a Îranê ragehand û got ku, ewan tu xwendekarek di pêwendî digel nerazîbûnên heyamên borî yên li dijî rejîmê, di girtîgehande tunînin.

Di roja Sêşemî 10`ê Rêbendana 1396`an de, Ebdulriza Rehmanîfezlî Wezîrê Navxwe yê Îranê, derheqê meşên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê got ku, niha nêzî 300 kesî di pêwendî digel wan bûyeran de giritîne, lê tu kes ji wan girtiyan xwendekar nînin.

Li gora yasaya rejîma Îranê Ebdulriza “Rehmanîfezlî” birêveberê Şêvra Ewlehiya Neteweyî ya rejîmê ku hevdem cîgirê fermanderê hêza Întizamî ye jî, derheqê reftara hêzên rejîmê li hemberî meşên nerazîbûnên, dibêje ku: Reftara hêzên întizamî û dezgehên rejîmê, li hemberî kesên binçavkirî de aram û bi xwînsarî ve bûye.

Lê amarên girtî, kuştî û herwisa girtiyên ku hatine îşkencekirin, berevajiyê wan gotinên wî berpirsê rejîmê ne.

Li gora raporên belavbûyî, di bûyerên nerazîbûnên xelkê Îranê yên li dijî hikûmê de, nêzî 30 kesî di wan bûyeran de ji aliyê hêzên rejîmê we hatine kuştin, û 6 kes ji wan ji ber îşkenceyên hovane yên hezên rejîmê di girtîgehan de canê xwe ji dest dane, û bi hezaran kesên din jî, heyanî niha girtî ne, û çarenivîsa wan nediyare.