Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

HSD`ê hemû êrîşên Tirkiyê têk şikandin

14:51 - 1 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Roja borî jî şer û pevçûnên herî dijwar di sînorên Efrînê de rû dan, û serbarê êrîşên tund ên bejahî û esmanî, lê arteşa Tirkiyê li hemberî vê berxwedana bêhempa ya serdemê de, bêçare û ecêbgirtî maye.

Roja borî li eniya Mabata li rojavaya Efrînê, û li eniya Raco balafirên Tirkiyê bi giranî çiyayên wir bombebaran kirin.

Herwisa li eniyên Şeran, Şêrawa, Cinis gundên hemama û Cindirisê û Şehbayê şerên dijwar rû dan, û serbarê êrîşa esmanî nekarî wan herêman di bin destê hêzên Kurdî de derxîne.

Li dijî êrîşên arteşa dagîrker ya Tirkiyê roja borî bi dehan hezar kesî ji xelkê Qamîşloyê daketin kolanan, û ji civaka cîhanî daxwaz kirin ku pêşiya dagîkeriya arteşa Tirkiyê bigrin.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkayî ê leşkerî bi navê “Ralf Pîtir” daxwaz kiriye ku Tirkiye ji peymana “Nato”yê bê derxistin.

Balafirên Tirkiyê serbarê kuştina dehan sivîlan heta niha, dest kirine bi bombeberana bendavan, û şûnwarên dîrokî jî, ku ew yek kerb û kîna hikûmeta Tirkiyê ji neteweya Kurd nîşan dide.

Ew hemû êrîşên hovane di demekê de ne ku Tirkiye berdewam di wan ragehandinên qorixkirî û neserbixwe de, piropagendeya wê dike ku şerê wan li dijî gelê Kurd nine, belkû li dijî girûpên terorîst e.

Niha bi dehan kanalên televîzyonî û radyoyî û rojname û kovarên serbixwe hatine qedexekirin, û Tirkiyeya bi nav demokratîk tenê îznê dide wan kanalan kar bikin ku piropagendeyê bo deshilatdariya Tirkiyê bikin.

Herwisa li gora wan dîmenên ku di torên civakî de belav dibin, li gellek eniyan serbazên Tirkiyê nevêrin herin pêş û çeteyên Arteşa Azad didin pêş xwe, û ew yek jî gellek caran şe rû nakokiyan di navbera wan de çê dike.

Herwisa arteşa Tirkiyê li ber vê ku bawerî bi serbazên xwe nine, li gellek ciyan rêya vegerê bi lêdana xendeq û kanalan qut dike, da ku nekarin paşekêşeyê bikin.