Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Japon wê nîva perê vejiyandina gola Urmiyê bide

14:34 - 2 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Saziya FAO bi piştgiriya malî ya dewleta Japonê pirojeya vejiyandina gola Urmiyê wê cîbicî bike. Destpêka meha Rêbendanê Rûhanî digel piştgiriya malî ya 3 milyard Dolarî ya navendên navneteweyî razîbûna xwe eşkere kir, lê rêjeya piştevaniya malî ya Japonê carê nediyar e.

Li gora rapora “IRNA”yê Saziya Xarûbar û Werzigariyê a NY (FAO) di çarçoveya pirogrameke yekparçe wê çavdêriya binecî ya çavkaniyên avê di derdora avrêja Gola Urmiyê bike, ku ew program bi piştevaniya malî ya dewleta Japonê cîbicî dibe.

Pirojeya FAO girîngiyeke taybet dide guhertina di birêvebirin, di navendên pêwendîdar û siyasetdarêjiya di pêvajoya vejiyandina Gola Urmiyê de.

Gola Urmiyê ji sala 1380`î ve hêdî-hêdî ber bi kêmaviyê ve çû, û li gora amarên navneteweyî heya sala 2015`an %80 ji rûberê wê hişik bû.

Li ser bingeha boçûnên karnasan, hişikbûna Gola Urmiyê bandoreke nîgatîv hebûye li ser jîngehê, û bandor li ser pileya hewa û belavbûna xwê di dema rabûna ba de hebûye.

Mixabin heya niha jî tu yek ji qewlên berpirsyarên payebilind ên rejîmê derheq vejiyandina vê golê cîbicî nebûne, û ne xuya ye ku gelo ji niha şûnda jî ew alîkariya FAO`yê û dewleta Japonê wê bibe sedema vejiyandina gola Urmiyê yan na.

Axavtinên cur bi cur û dij bi yek, ên berpirsyarên pêwendîdar ên rejîmê, derheq vejiyandina gola Urmiyê, bûye sedema vê ku xelk zanyariyên rast dest wan nekevin, û êdî baweriyê bi ragehandin û daxuyaniyên wan nekin.

Ew yek bêserûberiyeke zaf û nakokiya zêde di nava wan berpirsyaran de nîşan dide, û bê guman di rewşeke bi vî rengî de, xelk nikare çavnihêrê başbûna ava gola Urmiyê be.

Gola Urmiyê ku duyemîn gola mezin ya şor di cîhanê de ye, bi sedema xemsariya rayedarên rejîma Îranê ketiye wê rojê de, û bi hişikbûna zêdetir ya vê, jîngeha Urmiyê wê rastî nexweşiyên gellek metirsîdar bê, û dikare rewşa tendurustiya xelkê herêmê jî têk bide.