Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirovekarekî Amerîkayî: Dibe endametiya Tirkiyê di NATO`yê de bê helavîstin

14:37 - 2 Şibat 2018

Kurdistanmedia: “Ralif Pîtêrs” Şirovekarekî Amerîkî di “Fox News”ê de bêhelwestiya Amerîkayê derheq êrîşa li ser Efrînê de rexne dike, û Amerîkayê wekî bêmejî bi nav dike.

“Ralif Pîtêrs” pesna Kurdên Sûriyê dike, û dibêje: Kurdên Sûriyê di şerê li dijî terorê de hevpeymanê wan yê rasteqîne bûne, û tu carî pişt li wan nekirine, û di sedsala borî de xaka wan ji aliyê çend hikûmetên çilûz ên Ewropî ve hatiye perçe-perçekirin, lê niha Amerîka li pirsa dagîrkirina Efrînê de pişt li wan dike.

Ew dibêje bo nabe em Tirkiyê ji NATO`yê bavêjin derve, Tirkiye niha bûye hevpeymanê herî xirap.Erdoxan pişta Îxwan El-muslimînê digre, medyayên azad daxistine, û niha jî êrîş kiriye ser baştirîn hevalbendê Amerîkayê li Rojhilata Navîn de piştî Îsraîlê. Piştre dibêje bi kurtî ez bêjim ku: Tirkiye xirap e, Kurd baş e, Amerîka jî bêmejî ye.

“Ralif Pîtêrs” Şirovekarekî Amerîkî di bersiva pêşkêşkara “Fox News”ê de ku jê dipirse, gelo hekî Kurd pişt li me bikin wê çi be? Dibêje ku em 25 sal in, digel Kurdan hevalbend in, û ew tu carî pişt li me nakin.

Me di sala 2003`an de dikarî Îraqê dabeş bikin, lê me nekir, û niha jî em bihêlin ku Kurd ji aliyê Tirkan ve bêne cînosaydkirin
Jiber ku Kurdan di şerê li dijî terorê de xwîna xwe rijandine, dibe ku di warê exlaqî de, em pişta wan bigrin, û em deyndarê wan in û Kurd dibe bêne parastin.

Pêşkêşkara “Fox News”ê jî dibêje ku di rastî de Kurd hevalbendê herî rastbêj in digel Amerîkayê.