Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike.

15:20 - 5 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pêşkêş kir.

Deqa Peyamê:

Mêhvanên rêzdar!
Hevalên Têkoşer!
Xûşk û birayên hêja!


Saleke din derbarz bû, û ew derfeta ji me re pêk hatiye ku carek din bi hev re em rêz bigrin ji yad û bîreweriyên Komara Kurdistanê, û pêdagirbûna me li ser pêbendbûna me bi armanc û îdealên vê deskevta neteweyî, ku di 2`ê Rêbendana sala 1324`an ya Rojî (22.01.2018) li Mehabadê pêk hat.

Ji aliyê Defetra Siyasî ya PDKÎ ve em bi germê bixêrhatina we dikin. 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li we û tewahiya neteweya Kurd pîroz bê.

Dîrokê ew şanaziya bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê, yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike, û rêberên wê nemir Qazî Mihemed wekî serok û pêşewayê vê Komarê bihê diyarîkirin.

Em serbilind in bi vê ku Komar îrorojê di hemû beşên Kurdistana dabeşkirî de, wekî deskevteke mezin û neteweyî ya gelê me tê rêzgirtin. Ji aliyekî din ve em dizanin ku neyarên Kurd bi taybetî rejîmên seberedayî û nasyonalîstên berçavteng ên neteweya hakim, vê gazindeyê li Kurdên Rojhilat dikin, ku ji lawaziya hikûmeta paşatiyê û ji rewşa taybetî ya navneteweyî ya wê demê wekî derfet bo avakirina Komara kurdistanê mifah wergirtine!.

Niha wî karê me, wekî pêngaveke cudahîxwazane û hevdestî digel bîhaniyan didin nav çavên me, û li ser vê bawriyê ne, ku dibe ji îde û armancên Komarê em dûr kevin!.

Lê em Kurd rast berevajî, avakirina Komara Kurdistanê wekî pêngaveke rewa ji bo bidestxistina çarenûsa xwe û dabînkirina mafên siyasî ên gelê xwe çav lê dikin, û yad û bîra Komarê bilind radigrin.

Avakirina Komara Kurdistanê berhema xebata rizgarîxwazî û îradeya qahîm ya neteweya me di Rojhilata Kurdistanê de bû.

Eva ku Kurd û rêberên Komarê ji lawaziya dîktatoriya hikûmeta wê demê ya Îranê û rewşa baş ya navneteweyî ya wê serdemê bo bileztirkirina pêvajoya dabînkirina mafê mafê diyarîkirina çarenûsa neteweya xwe mifah wergirtiye, ew yek hişyarî û “şem” a siyasî ya Pêşewa û rêberên din ên Komarê diselimînin. Em aferînê dibêjne wan, û em serbilind in bi vê ku em rêvîngên riya wan in.

Tu neteweyek nine ku şanaziyê bi dîrokê û deskevtên xwe ên neteweyî neke.

Em jî her bi vî awayî rê nadin tu kesî ku vê hest û mafî ji me bistînin.

Bo me jidayîkbûna Komara Kurdistanê rûdaweke girîng e di dîroka neteweya Kurd de , û pêwîst e ku hemû salê em van deskevtan bînin bîra xwe, û rêz jê bigrin.

Belê em şanaziyê dikin bi bifermînasîna zimanê Kurd û mafê xwendina bi zimanê dayîkê ji bo zarokê Kurd, mafek ku heya niha jî di Komara Îslamî de ji xortên Kurd hatiye zewtkirin.

Em şanaziyê dikin, bi hêza pêşmergê Kurdistanê, ku sembola berxwedanê, û yek ji fakterên serekî ên parastina nasnameya neteweyî ya Kurd e.

Xwezayî ye ku em serbilind bin bi bilindkirina alaya Kurdistanê, û
balkêş e ku 72 salan berî niha pirs û azadiya jinê li bernameya karê Komara Kurdistanê de bûye, û hewl ji bo dabînkirina mafên jinê hatine dayîn. Belê em şanaziyê dikin bi hebûna vê emniyet û azadiyên demokratîk ku Komarê tenê di heyama 11 mehan de, ji bo Kurd û xeyrî Kurd dabîn kiribû. Heqê me xwe ye ku em bi çavê rêz û hurmetê ve, awirekê bidin wan hevkarî û hevpêwendiyên germ û gurr, ku ji bo xortên Kurd di beşên Kurdistaê de pêk hatibû. Hizûra berçav û bibandora ya Barzaniyan bi serokatiya xwedêjêrazî Mela Misetefa Barzanî di Komara Kurdistanê de nîşana vê rastiyê ye.

Em girîngiyeke tewaw didin van pêwendiyên dostane û alîkariya di navbera du deshilatên Komara Kurdistanê û hikûmeta millî ya Azerbaycanê. Bi taybetî diyaloga demokratîk û berpirsane ya wan du hikûmetan, ku dikare wekî mînak û ezmûneke serkevtî bo pêşeroja Îrana çend neteweyî dikare roleke yekalîker bilîze.

Bi kurtî îrorojê piştî zêdetir ji heft dehikan, xelkê Îranê û gellek welatên navçeyê di destê dîktatoriyê de dinalînin û qurbaniyan didin. Bidestxistina maf û zadiyên ku Komara Kurdistanê di heyama kêmtir ji yek salî de, li Kurdisatanê dabîn kiribû!.

Eşkere ye ku vejiyandina kêm mînak ya bîr û hesta neteweyî, avakirina deshilata siyasî bo Kurd û vegeşiyana kesayetiya takê Kurd, pêwîst e ku wekî binirxtirîn û bibandortirîn deskevta Komara Kurdisatanê di mêjiyê hemû takeke Kurd de çav lê bihê kirin, û bihê parastin.

Ew deskevta ku îro rojê jî hêvin û palderê me Kurdan e bo berdewambûna li ser xebatê bo rizgariya neteweyî, û bidestxistina azadî û mafê diyarîkirina çarenûsê, wekî pîroztirîn armanc û peyama Komarê.

Rêzdarno!

Di sala 1396`an ya Rojî de ku ber bi tewawbûnê ve diçe, gellek bûyerên girîng rû dane, lê ez dixwazim ku tenê îşarê bi du bûyeran bikim, ku rasterast pêwendiya wan bi pirsa Kurd û Îranê ve hebû:

Yekem êrîşa leşkeriya arteşa Îraqê li ser navçeyn cihnakok ên Başûra Kurdistanê û dagîrkirina wan navçeyan bû, ku bi pîlan û fermandehî û rênîşandana eşkere û rasterast ya Spaha Pasdaran a Îranê bi rê ve çû.

Di vir de ez naçim nava alî û sedemên vê bûyerê de, belkû merema min bibîranîna siyaseta dijminkarane û rola kavilkerî ya rejîma Komara Îslamî di pirsa Kurd de ye.

Bûyerên meha Octobera 2017`an a Zayînî cardin bo cara çendê selimand ku hikûmeta Îranê neyar û dijminê serekî ê maf û azadiya Kurd e di hemû beşên Kurdistanê de. Kurd dibe du dersên girîng ji vê bûyerê wergire. Yekem, Kurd bi giştî û li her beşeke Kurdistanê û bi me xwe ve jî, hekî pişta xwe bi Komara Îslamî ve girê bide, şaşiyeke mezin dike, û gellek giran wê ser wê tewaw bibe.

Duyem- Biselimînin ku duberekî û natebahiya di nav mala Kurd de, ew sedema serekî ye, ku derî bo dijminan dixe ser piştê, ku pîlan û pilanên xwe di Kurdistanê de bi serkevtin ve bigehîne encamê!.
Her kes û aliyek ku vê rastiyê nebîne, bixwe tenê ji êşên duberekî û ji encamên karesatbar ên bawerîkirina bi rejma Îranê berpirs e, û nabe gazindeyan li kesî bike.

Duyem bûyer serhildana vê liv û tevgera bilome ya xelkê bêzarbûyî yê Îranê ye ku li 7`ê Befranbara sala 1396 (29.12.2017) de li Îranê çê bû, û bi awayekî bilez û çavnihêrnekirî piraniya bajaran bi xwe ve girt.

Vê serhildanê bala bîrûraya giştî ya navçê û cîhanê bo aliyê rewşa terajidîk û şepizeyiya siyasî û aborî û civakî ya gelên Îranê li jêr deshilatdariya Komasra Îslamî de bo aliyê xwe rakêşa.

Serhildana vê carê ya xelkê li dijî rejîmê gellek cuda bû ji meşên berê, û girîngî û wateya taybetî hebû û heye, û cihê hêviyê ye.

Hemû sîstema Komara Îslamî kire armanc. Diruşmên xelkê bi tewahî eşkere kirin, ku gelên Îranê ji leyîza du bereyên reformxwaz û pawanxwaz derketiye û derbaz bûye, û xwe sax kirine.

Cihê baldanê ye ku meşvanan vê carê heya li yek cihî de jî bas ji rakirina çavdêriya li ser rêberên tevgera Kesk nekirin, ku diruşmeke serekî ya reformxwazan e!.

Xelkê Îranê ji bo wan eşkere bûye ku cudahî û netebahiya di navbera du baskên rejîmê de, ne li ser berjewendî û dabînkirina maf û azadiya xelkê ye, belkû tenê li ser çawanî û dabînkirin û parastina deshilat û berjewendiya taqmên xwe, û di çarçoveya sîstemekê de ye.

Helwesta durûyane ya reformxwazan di kelekela meşan de, guman di rastbûna vê boçûnê de nehêlaye.

Lewra xelkê bawerî bi tu yek ji baskên rejîmê nemaye. Dizanin ku herdu bas jî asteng in li ser riya pêkhatina guhetinên siyasî di berjewendiya xelkê de, û herdu alî jî asteng in li ser riya serkut û dîktatorî û dizî û gendeliya hikûmetî.

Wê serhildanê hikûmet xirap xiste tengaviyê de. Tu carî weha bi berfirehî û bibawer ve rewayiya tewahiya sîstemê neketiye jêr pirsyarê, lewra rejîm birîndar û tûre ye, û wekî hemû nizamên dîktator ên dîrokê bi xatircemî ve, wê hemû îmkanat û maşîna serkuta xwe bo bêdengkirin û serkutkirina xelkê nerazî bixe kar.

Çi dûr nine ku rejîm bikare bo heyameke zaf dawiyê bi meşên nerazîbûnê bîne. Lê guman têde nine ku rewş ji vê derketiye ku bikare bo hertim tevgera azadîxwaziya vê carê serkut bike.

Her niha jî li şer û rikeberiyên di navbera xelkê û hikûmetê de, aliyê serkevtî xelk e! bila serkevtin “meqte`î” û sembolîk jî be, jiber ku: di demekê de ku rejîmê rewayiya xwe ji dest daye, û valahî ketiye nava rîzên wê de, xelk bi awayekî rêjeyî yekgirtî û yekparçe ye. Serhildana vê carê berevajiyê tevegra Kesk di Tehranê de, di çend cihekî de sînordar nemaye. Xelk bi giştî tê de beşdar bû. Hem tirsa xelkê şikest, û hem jî tabo şikandin.

Heta hekî meşên xelkê bi awayekî demkî jî werin serkutkirin, derketina xelkê ji leyîza nebimbarek ya du bereyên reformxwaz û pawanxwaz de deskevteke girîng bû ji bo gelên Îranê, û şikesteke tall bo rejîma Îranê bû.

Komara Îslamî li gora cewhera xwe, ew hêz û îrade û şiyan nine ku dengê xelkê bibihîze, û bi xwe de here û dev ji serkut û dizî û gendeliyê berde, û xwestekên xelkê qebûl bike, û di berjewendiya xelkê de, guhertinan di siyasetên xwe de pêk bîne, rejîmê vê carê jî bersiva daxwaziyên xelkê bi serkuta zêdetir dide.

Lewra dibe ku çavnihêr bin ku liv û tevgerên nerazîbûnê bi awayekî berfirehtir û tundtir ji vê carê serî hildin, û zêdetir rejîma Îranê wê bixin tengaviyê de.

Bi taybetî ku dibînin jî, ku niha civakek medenî û hişyar û çavvekirî di Kurdistanê de şikil girtiye, û di vegeşiyana berdewam de ye. Asoya tevgera azadîxwaziya gelên Îranê jî zelaltir xuya dike. Lê dibe em vê yekê jî bizanin ku rejîmeke serkutkar bi vê hindê narûxe.

Paşekêşeya Komara Îslamî û serkevtina xelkê, girêdayî ye bi mana xelkê di yekrêziyê û hişyarbûna opozisyona navendî, û rêkkevtina hizbên siyasî li ser pilatformeke demokratîk û hevbeş bi beşdariya nûnerên hemû gelên Îranê bi armanca sazkirina altirnatîveke giştgîr.

Çavnihêriya guhertinên kûr di Îranê de tê kirin, û di vê derheqê de, erkeke giran dikeve ser milên hizbên Rojhilata Kurdisanê. Di vê qonaxê de, em bona vê ku bi giraniyeke hêjayî xwe di vê piroseyê de beşdar bin, û bandora me li ser pêvajoya bûyeran hebe, û em bikarin dengê xwe bigehînin civaka cîhanî, û amade bin bo berbirûbûna pêşhatên îhtimalî (gengaz) ên ji nişkêve, û maf û azadiyê bo gelê xwe desteber bikin, dibe berpirsane em pêngavan hilgirin, û dawiyê bi vê jihevbelaviya niha bînin, û bi hêza yekgirtî wekî Kurd em dest bi diyalogê bikin, digel aliyên pêwendîdar ên din.

Hewl ji bo yekrêzî û hevkarî û pêşvebirina xebata neteweyî-demokratî di Rojhilata Kurdistanê de, têne dayîn, û em jî bi geşbînî ve dinihêrne hewlên hizbên xwe di pêxema bidestveanîna van armancên pêwîst û pîroz, û serkevtina wan hêvî dixwazin.

Bilind û pîroz be yad û bîranîna Komara Kurdistanê û rêberên wê

Silav li xelkê Kurdistanê

Silav li riha pak ya hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê

Silav li malbatên şehîdên me ên serbilind

Silav li girtiyên siyasî, xortên xwedîhelwest û xweragir ên gel

Berdewam be xebata hizba me ya têkoşer di pêxema bidestxistina yekcarî ya armancên Komara Kurdistanê

Hûn jî her sax û serkevtî bin