Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û Pêşmerge

15:23 - 5 Şibat 2018

Kerîm Perwîzî

Xebata netweya Kurd ji bo gihîştina bi rizgarî û azadiyê, ezmûneke zaf digel rejîmên yek li dû yekê hebûye, û di van ezmûnan de, hinek bi serkevtin û hinek ji wan jî, bi tama tall ya derbexwarinê, ders wergirtine. Lê bi hemû evraz û nişîvên xwe ve, berdewam û bêrawestiyan karwana xebat û şoreşê di rê de ye, û yek ji nîşaneyên herî zindî û lojîk û rasteqîne û îroyîn ew e ku hekî di hemû bajarên Îranê de meşên nerazîbûnê bi rê ve diçin, û heta keç û jinên cesûr û çavnetirs xavka bizorî (leçka bizorî) bi darekî dirêj bilind dikin û radihejînin, û çavên wan li ser çepera herî pêş ya azadî û dadxwaziyê wate Kurdistanê ye, ku pêşengê şoreş û nerazînîşandanê ye.

Kurdistana Rojhilat pê daniye nava qonaxa Rasana Rojhilat de, ew qonaxa nû jî bi çend saleka berî hemû cihên din di erdnîgariya Îranê de dest pê kiriye. Di vê qonaxê de pirseke girîng bebrirûyê civakê û tex û qatên curbicur bûye, ku gelo pêşmerge di Rasanê de wê çi bike? Yan bi gotineke din pêşmerge û xelkê nerazî çawa yek digrin, û gelo bi hebûna pêşmerge êdî erk û wezîfe dikeve stûyê wan, û dibe xelk herin malên xwe, yan berevajiya wê rast e, û bi hatina xelkê bo nav qada tekoşînê , êdî erka dîrokî ya pêşmerge bi dawî hatiye, û ji wir şûnda hevsarê xebatê bi xelkê tê spartin, û pêşmerge dibe çeka xwe bavêje û bibe beşek ji girseya gel?

Eva rastiyeke tall e ku rejîmên dagîrker şêwaza berxwedan û xebatê bi ser de disepînin. Bi taybetî rejîma Wilayeta Feqîhî li Tehranê tenê yek zimanî dizane, zimanê gefxwarin û îşkenceyê. Çi bigîje vê ku Kurdek bêje ku ez rejîmê naxwazim, û dixwazim ku li ser xaka xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidim, êdî wê demê ew Kurd dibe dardestê sehyonîzm û împeryalîzm û nasyonalîzm û...hwd û niha jî Erebistanîzm! Û tenê yek hukm heye: Du car îdam!.

Di vê rejîma hov de ku xelkê asayî xwestekek rewa û gellek sade û destpêkî bas dikin, bi agir û asin bersiva wan tê dayîn, û bo mînak her di van meşên nerazîbûnê de, bi gotina berpirsên rejîmê 5 hezar kes detsbiser kirine. Lewra bi agirbaran ve têne pêş da ku xelkê çavtirsandî bikin, û xwezayî ye ku di hember de jî xelk hawara xwe bibin ber tiştekê ku wan ji agirê rejîmê biparêze.

Di pêxema xweparastina ji agirê rejîmê û moraldana bi wan neraziyan ku xelkên cihên din ê Îranê çavnihêr in ku Kurdistan jî bê pêş, û pişta wan bigre, û her di vê demê de jî ku li Kurdistanê meş bi rê ve diçin, xelk dipirsin ku gelo pêşmerge li kûderê ye?
Di bersiva wan daxwaz û çavnihêriyan de ye, ku pêgeha rast û dirust ya pêşmerge di Rasanê de tê dîtin:
Amadebûna pêşmerge di nava dilê xelkê de ji bo moraldana bi xebatê û parastina xelkê ji agirê rejîmê. Eva erka nû ya pêşmergê serdema Rasanê ye.

Di vê rewş û qonaxa nû de, çi pêwîst nake, ku tenê çiya hêlûna pilingên nava rewta xebatê be, belkû bajar dibe fêrgeha siyas-nizamî û pêşmerge bar tîne, û bi şêwaza nû û hewce wan perwerde dike. Di vê berg û erka nû de, êdî jin û mêr çav li asoya rohn, keç û kurên dil pirr ji hêvî di nava bajar de, li hewşa malên xwe de, çekên veşartî ên bav û bapîrên xwe de, radikin, û paqij dikin. Ew bi paqijkirina van çekan û xweperwerdekirinê, erk û wezîfeya pêşmergê parêzerê xelkê digrin stûyê xwe, da ku bi vî zimanî dgel rejîmê baxive, ku jê tê digihîje.