Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêlûtiyên “Social media”yê

15:26 - 5 Şibat 2018

Agirî Îsma`îlnijad

“Social media” çi wekî diyarde, û çi jî wek derfet gellek rewş ji bo civaka Rojhilata Navîn pêk anîne. Rojhilata Navîn civakek ku di biyavê deshilatdariya siyasî de, pêkhateyeke totalîtar-dîktator bi ser de zal e, û di biyavê civakî de jî, civakeke dogm û pirr ji xurafat û qedexe û qorixan e, hevdem digel vê yekê jî, civaka me (wekî kesên xelkê Rojhilata Navîn) bi derdê berellayî û sergerdaniyê ve dinalîne.

Em di civakekê de dijîn ku tê de her sal ji bîr û hizr ve bigre heya xwast û pêwîstî û hezkirin û hêvî, heya nerazîbûn û şoreş, hemû tiştek di çarçoveya xwesteke takekesekî û veşartî de maye, û bi sedema tirsa ji dezgeha serkutê ya rejîman, civak û texên di nav de, şêwe û şêwaza giştî bi xwe ve negirtiye.

“Social media”yê ew derfet saz kir ku xelkê vê civakê bi bê nirxeke wisa bikarin şebekeya xwe li ser bingeha bîr, hez, xwestek, hêvî û şoreşê ava bikin.

Di vir de ya ku “Social media”ya Rojhilata Navîn ji “Social media”ya navçeyên din ên cîhanê cuda dike, baseke taybetî ya Rojhilata Navîn wate cemika dîktator-terorîst e.

Ya ku niha di Rojhilata Navîn de û piraniya welatên Misilman ên Erebî di gorê de ye, yan deshilateke dîktator-totalîtar e, yan aloziyek ku encama terorîzm û şerê bedel (wekalet) e.

Di vir de du behs hene:

Yekem: Piraniya welatên Rojhilata Navîn, ên ku deshilatdarê tenahiya berçavkî ne, seqamgîrî tê de heye, wekî Îran, Tirkiye, Erebistan, Qeter û Îmaratê, û ew “Social media”yê wekî gefa li ser gotara zal ya xwe dizanin, û kêm û zêde hemû jî li dijî “Social media” sekinîne û disekinin.

Duyem: Girûpên terorîstî ên çalak di Rojhilata Navîn de, “Social media” wekî amêreke pêywendiyan û endamgîrî, û wekî medyaya fermî ya xwe bi kar tînin.

Li ser “Social media” li Îranê de, mirov dikare ku bi zelalî bêje ku Komara Îslamî, wekî rejîmeke totalîtar, “Social media”yê wekî metirsiya herî mezin li ser xwe dizane.

Hevdem opozisyona Îranê, wekî derfetekê bo pêwendîgirtina digel xelkê navxwe a Îranê û sazkirina şebekeyênn mecazî di navxwe ya Îranê û wekî amêrekê bo belavkirina dengê xwe lê dinihêre, û xelkê Îranê jî wekî çavkaniyeke zanyarî yan amêrekê bona guhertina zanyariyan lê dinêre.

Komara Îslamî bi zelalî sê siyasetên gellek dij bi yek bona rûbirûbûna digel “Social media” peyrew kirine:

1-Siyaseta fermî ya Komara Îslamî ew e ku piraniya şebekeyên civakî ên naskirî ên wekî facebook û twîtterê fîlter bike.

2-Ji riya danîna girûpeke taybet bo rasterêkirina basên şebekeyên civakî, berdewam di hewlê de ye, rêgir be ji vê ku ji berfirehiya şebekeyên civakî, wekî rûberekê ji bo dijberiya rejîma Îranê mifahê wergire.

Hevdem digel vê yekê bo kartêkirina li ser raya giştî, çi di navxwe ya Îranê û çi di navxwe ya welatên Misilman, şebekeyên civakî bi kar tîne, wate weke derfeteke medyayî lê dinêre.

3-Komara Îslamî şebekeya civakî wekî amêreke bo şerê nerm li dijî opozisyon û dijberên navxweyî û derekî ên xwe bi kar tîne.

Li ser basê şerê nerm li “Social media”yê de dibe em çi bêjin, jiber ku “Social media” ji yasayeke taybet peyrew nake, hemû aliyek dikare bi vê cureya ku bixwe ser vê baweriyê ye bandoreke zor heye, şer digel hemberî xwe bikin, wate tu sînoreke exlaqî di şerê nerm ên nav “Social media”yê de de nine.

Komara Îslamî jî eva wekî derfetê dîtiye, û di basa şerê nerm li dijî Kurdistanê di biyavê “Social media”yê de, hewl daye, ku zimanê pîs û qisên sivik bike rêxweşker bona vê ku, şerê li dijî neyarên xwe pêşve bibe, jiber ku civaka Kurdistanê bi wan gotinên pîs têk diçe, wate li biyavê derûnî de, kartêkeriyê li ser dike.

Hekî em bixwazin, li ser live a facebookê vê boçûnê peya bikin, dibe em bêjin ku live a facebookê ku bingeha wê li ser gotinên pîs hatiye avakirin, zêdetir ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ve têne rêxistin! Diyardeyek ku bi hêsanî dikare di civaka Kurdistanê de berdengan ji xwe re peyda bike, û armanca xwe pê bipêke.