Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bi boneya salroja 2`ê Rêbendanê di welatê Felandê de bi rê ve çû

21:42 - 5 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Ji bo rêzigiritin ji salroja avakirina “Komara Kurdistanê”, di welatê Felandê de rêûresmek hate lidarxistin.

Roja Sêşemî 14`ê Rêbendana 1396`an, ji bo bîranîna 2`ê Rêbendanê, 72.emîn salroja avakirina “Komara Kurdistan”ê, bi beşdariya sedan Kurdên akincî yên di wî welatî de, di bajarê “Helsinki”, a paytexta Fenlandê de merasimek hate lidarxistin.

Ev rêûresma bi beşdariya sedan Kurdên akincî di wî welatî de, û nûnerên partî, sazî û kesayetiyên kurdperwer yên ku di wî welatî de akincî ne, hate lidarxistin.

Ev rêûresma bi xwandina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û deqeyek bêdengî ji bo rêzigiritn ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama komîteya PDKÎ a welatê Felandê, ji aliyê “Mecîd Heqî” berpirsê vê komîteyê ve hate pêşkêşkirin.

Ji aliyekî din ve, peyamên partî û aliyên siyasî yên hatinî xwandin bi vî rengî ne:

Partiya Demokrat a Kurdistan
Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan
Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê
Partiya Kedkarên Kurdistanê(PKK)
Komele, saziya Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê
Peyama Saziya Mafê Mirovan û Civata Lêkolerên “Ehwazê”
Federasiyûna Komela Kurdên Fenlandê
Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê- Komîteya Fenland û peyama Saziya Demokratîk a Yarsan hate pêşkêşkirin.
Herwiha Profisor “Narîsh Sûrap” mamostayê civaknasî yê zanîngeha bajarê Helîsînkî û çalakvanê mafê mirovan, û xelkê Hindûstanê bi vê boneyê ve axivî.

Herwisa di vê rêûresmê de, nûnerên sazî û kesayetiyên beşdar derheqê bihevre karkirin û hevdengbûnê civiyan, û hevdem ev çalakiya jihevfêmkirin û hevdengbûna PDKÎ bilind nirxandin.

Herwiha di vê rêûresmê de, bi boneya bîranîna 72.emîn salroja “Komara Kurdistan”ê, lewha rêzgirtinê ji çend endamên berê yên PDKÎ re hate pêşkêşkirin, û çend hunermendan jî bi stranên xwe ev rêûresmê geştir kirin.

Herwisa lewha rêzgiritinê ji Federasiyûna Komeleyên Kurdistanî a Fenlandê re jî hate pêşkêşkirin, ku di heyamên salên derbazbûyî de, ji bo bihêzkirina civaka Kurd û Yekîtiya di navbera hêz û saziyên kurdistanê de têkoşîn kiriye.