Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji bo piştevanîkirin ji du girtiyên siyasî yên Kurd çalakî hatine lidarxistin

21:44 - 5 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ, di bajarê Şinoyê de, ji bo piştevanîkirin, ji du giritiyên siyasî yên Kurd, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgêrên PDKÎ, bi armanca piştevanîkirin ji “Hidayet Ebdullahpûr” û Ramîn “Husênpenahî”, du girtiyên siyasî yên Kurd, ku sizaya îdamkirinê ji aliyê bi nav Dezgeha Dadperweriyê ya rejîmê ve, bi ser wan de hatiye sepandin, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Piştî sepandina sizaya dijîmirovî a îdamê li ser girtiyên siyasî ên Kurd, yên bi navên, “Hidayet Ebdullahpûr” û “Ramîn Husênpenahî”, ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya rejîm a Îslamî a Îranê ve, hevwelatiyên bajarê Şinoyê, bi rêkxistina kempêyna li jêr navê “piştevanên Hidayet Ebdullahpûr û Ramîn Husênpenahî”, daxwaza hiloşandina vê sizaya nedadperwerane û nemirovî a dadgehên rejîmê kirine.

Heyanî niha çend saziyên mafê mirov, û çalakvanên siyasî, parêzer û saziyên navneteweyî yên mafê mirovan, dawxaza hiloşandina sizaya îdamkirina wan du girtiyên siyasî yên Kurd kirine.