Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma terorîst ya Îranê binkeyên xwe di Kurdistanê de zêdetir dike

20:52 - 6 Şibat 2018

Kurdistanmedi: Berpirsên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, di Kurdistana Rojhilat de dest kirine bi avakirina binkeyên leşkerî.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê di sala bê de, wate di sala 1397`an de, binkeyeke caş û kirêgirtiyên ser bi rejîma Îslamiya Îranê bedela binkeya polîs û hêzên Întizamî, bi alîkariya xwefiroşan li gundê Seholan a ser bi bajarê Mehabadê de tê danîn.

Nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê bas ji vê kiriye ku ew binkeya leşkerî ya kirêgirtiyan li ser moledana şêvrên gund tê avakirin.

Di vê derheqê deroja Yekşemiyê 11`ê Befranbara 1396`an fermandeyekî Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li bajarê Mehabadê, bi navê Serheng Necarî ku fermandê binkeya gundê Qerebilaxê ye, serdana gundê Seholan kiribû.

Ew berpirsê leşkerî ê rejîmê, di vê serdana xwe de nameyek pê bûye, û daxwaz ji şorayan û pêşnimêjê vî gundî kiriye, ku binkeya Spaha Pasdaran di vî gundî de ava bikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragehandiye ku ew karê rejîmê bona berbirûbûna digel hêzên PDKÎ di vê navçeyê de ye, jiber ku rejîm ji çalakiyên PDKÎ di vê navçeyê de tirs heye.

Hevdem vî nûçegihanî eşkere jî kiriye, ku wî fermandarî bi danîna vê binkeyê daxwaz kiriye ku 20 kes ji xelkê vî gundî di vê binkeyê de dest bi kar bin.

Di beşeke din ya vê serdanê de, vî fermandarê rejîmê, qewl daye caşên vê navçeyê, ku ew ji bo piştevanî û parastina canê xwe hemû metodekê bi kar bînin.