Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûhanî: Xelkê cuda ji rewşa aborî, belkû derheq siyasetê jî qise hene

13:55 - 7 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Hesen Rûhanî serkomarê rejîma Îranê di civîna çapemeniya xwe de çend caran li ser girîngiya “bihîstina gotinên xelkê” pêdagir kir.

Rûhanî bas ji vê kir ku ji destpêka şoreşa gelên Îranê ve heya niha nifûsa ciwanan çend hember bûye, û em nikarin guh nedin boçûnên wan. Wî got ku nerazîbûna wan tenê derheq rewşa aborî nîne, belkû wan li ser rewşa siyasî û civakî û pêwendiyên derve jî gellek gotin hene.

Rûhanî herwisa li ser nivşa genc got ku nivşa genc %70 a nifûsa welat pêk tîne, û em dibe rexne û boçûnên wan bibihîzin û qebûl bikin.

Li gora şirovekarên siyasî hewla hemû bask û cinahan tenê û tenê parastina deshilata xwe, û vê serwet û samanê ye ku ji riya vê dehshilata nerewa ve bi dest xistine, û bona parastina herdu berjewendiyên baskirî jî, dibe hemû pêkve vê sîstema nerewa biparêzin, û hemû hewla xwe jî didin ku vê sîstemê ji rûxanê biparêzin.

Şerê wan aliyên curbicur ên siyasî jî bona lawazkirin û tunekirina aliyê din e, û her yek ji wan dixwazin li ber çavê raya giştî xwe xemxor û dilsojê xelkê welat nîşan bidin.

Her eva ku baskê tundrev pêdagiriyê li ser vê dike ku kêşeya neraziyan aborî ye, bona xemsarnîşandana Rûhanî ye, û dema Rûhanî jî bas ji siyasîbûna meşên nerazîbûnê dike, eva bona xetabar û xemsarnîşandana Xamineyî û baskê tundrev e.

Lê bi gotina şirovekaran, vê carê xelk gihîşte vê encamê, ku tenê bi nemana vê sîstemê ye ku ew dikarin ji destê wan hemû zulm û zordariyan rizgar bin, û bi reforman çi kêşeyeke wan çareser nabe.