Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîsan rejîm givaşan dixe ser xelkê Kurd

15:42 - 7 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di hewlên nû de dixwaze ku, bi zorê alîgiran ji bo xwe kom bike.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 16`ê Rêbendana 1396`an, hêzên rejîmê yên dijberî gel, di bajarê Serdeştê de, hevwelatiyên wî bajarî neçar kirine da ku, alaya rejîmê li ser avahiyên xwe hildin.

Heriwsa givaş xistine ser kesên xwedîdukan, û ji wan re gotine, dibe di heyama “Dehêyê Fecr” de, ew postêrên taybet bi 22`ê Rêbendanê li pencere û deriyên dukanên xwe bidin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê di vê derheqê eşkere kiriye ku, dema ku çekdarên rejîmê ev postêr radestî dukandaran kirine, yek ji kesên xwedîdukan ji wan re gotiye ku min cihê postêran nine, û di bersva wî de jî, çekdarên rejîmê gotine ku hekî ew, wî karî encam nede, piştî nîv demjimêrî “Îdareya Emakin” ji bo çavdêriyê wê bê, û wan kesên ku postêr wernegirtine, wê bêne cezakirin.

Ew hewla rejîmê di demekî de ye ku, stûnên desthilata rejîmê yên di Kurdistanê de sist û lerzok bûne.