Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêyemîn civîna “Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanî” bi rê ve çû

20:06 - 7 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di 3.emîn civîna “Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanî” de beşdarî kir.

Roja Sêşemiyê 17`ê Rêbendanê şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ di 3.emn civîna “Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanî” de beşdarî kir, ku di binkeya serkirdayteiya Saziya Xebat a Kurdistana Îranê de bi rê ve çû.

Di vê civînê de, tevî baskirina li ser biryar û rasipardeyên civîna berê, pêdagirî li ser pirensîp û xetên giştî ên hevkariyê, û bi taybetî li ser pirsa rûxana Komara Îslamiya Îranê, û dabînkirina demokrasiyê û mafên netewyeî di Kurdistana Îranê de hate kirin.

Piştre guherîna bîrûrayan li ser tewerên giştî ên bernameya kar, û pêdagirî li ser hevkarî û hevahengiya bo navxwe ya Kurdistanê hate kirin, û pirsa xwenîşandanên van dawiyane û rola berçav ya jinan bi girîngî ve bas jê hate kirin.

Di vê civînê de herwisa bas ji vê hate kirin, ku “Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistanî” dibe hewl bihê dayîn, ku li gora wan pirensîpên ku li ser wan li hev kirine, hêz û aliyên siyasî gazî bike, û ji nêz ve ji boçûn û dîtingehên wan agehdar bibin, herwisa li ser roja 21`ê Şibatê roja zimanê dayîkê kar û hevahengiya hewce bê encamdayîn.

Hevdem spas li wan hêz û aliyên siyasî hate kirin ku pîrozbahî ji bo navenda hevkariyê şandibû, û amadeyî û hevkariya xwe ragehandibû.

Piştre çendîn xal wekî bernameya kar û hindî zêdetir çalaktirkirina karên navendê hatin diyarîkirin, û bi pêkanîna presskonferansekê dawî bi civînê hat.