Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyasetvanekî naskirî ê Kurd ragehand ku Efrîn wê bibe Vîtnama Tirkiyê

14:25 - 9 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Dengîr Mîr Mihemed Furat siyasetvanê naskirî ê Tirkiyê ragehand ku renge Tirkiye bikare Efrînê bi hêza xwe ya leşkerî dagîr bike, lê Efrîn wê ber xwe bide, û Tirkiye tu carî nikare dest bi ser de bigre û tê de bimîne.

Navbirî bas ji vê kiriye ku Efrîn wargehê nasyonalîzma Kurdî ye, û xanexwêyê bi hezaran Kurdî ye ku ji Tirkiyê li ber zulmê reviyane wir.

Furat li ser vê baweriyê ye ku, jiber ku hilbijartinên herêmî, parlemanî û serkomariyê di sala 2019`an de wê bi rê ve biçin, û bi baldan bi vê ku di hilbijartina referandoma ji bo guherîna yasaya bingehîn de Erdoxan dengê piraniyeke lawaz bi dest xist, niha bi vê êrîşa xwe dixwazin ku hesta netewexwazên alîgirê MHP`ê bi dest bixin.

Wî ragehand ku hikûmeta Tirkiyê Efrînê wekî beşeke veqetiyayî ji kantonên din dizan e, ku bi rehetî wê bê girtin, lê berevajî ew yek ew qas rehet jî nine ku ew fikir lê dikin.

Wî siyasetvanê Kurd ragehand ku hekî Tirkiye bikare bi hêza xwe ya leşkerî Efrînê dagîr bike, wê wekî destbiserdegirtina Vîtnamê ji aliyê Amerîkayê ve, rastî têkçûnê bihêt.

Hêjayî basê ye ku Dengîr Furat ji ber vê yekê di nava AKP de nema, ku bi gotina wî Erdoxan gotibû wî Kurdan ne ziman hene, ne jî welat.

Li gora gotina navbirî AKP dibêje ku ew partiyekî lîberal demokrat e, lê kiryarên wê wisa nîşan nadin, û niha wekî dîktatoran tevdigere