Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Barên qaçax yên berpirsên rejîmê hatine giritin

13:38 - 11 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Di sînorên bajarê Merîwanê de, du barên qaçax hatine giritin, û xwediyê wan barên qaçax jî berpirsên rejîmê ne.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, di sînorê “Başmax” a girêdayî bajarê “Merîwan”ê, 5 kantînêrên bar ji aliyê hêzên Îtila`ata Sapaha Pasdaran a rejîmê ve hatine giritin, û du ji wan kantînêrên bar yên “Mensûr Muradî” yê bi nav nûnerê bajarê Merîwanê di meclisa rejîmê de ne, û 3 barên din jî yên fermanderê hêza Întizamî a rejîmê, di bajarî Merîwanê ne.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de eşkere kiriye ku, di hayamekî de ku, hemû sînorên kolberî yên bajarê Merîwanê hatine daxistin, û rê nadin da ku tu hatûçûnek di wan sînoran de bê encamdan, lê berpirsên rejîmê barên qaçax yên xwe di wan sînoran de derbaz dikin.

Ev kantînêrane ji aliyê hêza Sapaha Pasdaran ve hatine giritin û heyanî niha jî zelal nebûye ku di nava baran de çi bûye, lê zelale ku ev encama karê Spaha Padaran curek tolstandin ji wan du kesan bûye.

Hindek çalakvanê warê siyasî dibêjin ku, encama wê karê Sapaha Pasdaran piştî wê hatiye pêş ku, nûnerê rejîmê û fermandarê hêza Întizamî hazir nebûne da ku pişkek ji qazanca wan barên qaçax bidin bi Spaha Pasdaran, û ewan jî ji bo tolstandinê, dest bi ser wan baran de giritine.

Berpirsên rejîma Îranê di sînorên Kurdistan de, bi encamdana karên qaçax û gendelî di gumekê de, zêdetirîn dahatê dest xwe dixin, û xelkê deverên sînorî jî di rewşa herî hejariyê de dijîn û neçarin bi kolberiyê û di rewşên herî xirab de, dahata jiyana xwe dabîn bikin.