Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nesrîn Ebdullah: Artêşa Turkiyê gaza Sarînê li dijî Efrînê bi kar tîne

15:01 - 11 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Berdevka fermî ya Yekîtiya Parastina Jinan li Rojavaya Kurdistanê, di civîna ku digel Parlemanter û rojnamevanên welatê Sw`îdê pêk anîbû îlan kir, ku Turkiyê di Efrînê de komkujiyê encam dide.

Berdevka fermî ya Yekîtiya Parastina Jinana, “Nesrîn Ebdullah”, ragehand ku ev êrîşa Artêşa Turkiyê li dijî pirensîpên navneteweyî ne, û got ku ev tometên dewleta Turkiyê hemû pûç û derev in, herwiha navbirî got, bilaTurkiye destêverdanên Yekîtiya Parastina Gel di nav axa xwe de îsbast bike.

Navbirî got bajarê Efrînê cihê girûpên etnîkî û olî yên curbicur e, û Efrîn stargehek e, û ji bo hemû xelkê Sûriyê jî sembola aştiyê bû, lê dewleta dagîrker aTurkiyê, ku yek ji endamê Saziya “NATO” yê ye, di 20 rojên derbazbûyî de li hemberî çavên hemû cîhan û bi çekên “NATO”yê êrîşê ser Efrînê kiriye.

Herwisa Nesrîn Ebdullah bas ji vê jî kir ku hindek belge hene ku nîşan didin, artêşa dagîrker a Turikiyê, di êrîşên xwe de, gaza Sarînê hatine bi kar aniye.

Navbirî herwisa zêde kir ku dewleta dagîrker a Turkiyê bo vê ku êrîşên ser Kurdan bike, bi avêtina rakêtan bo nav bajarên xwe yên weke “Kilîs” û “Rêyhaniye” mahneyan ji bo êrîşên xwe dirust dike.

Herwisa got ku hêzên dagîrker yên Turkiyê weke DAÎŞê, di Efrînê de cihên dîrokî, enbara ava wexwarina bajêr kirine armanca êrîşên xwe, heta xwendingeh û kilîseyên Mesîhiyan jî bombebaran dike.

Di vê civîna çapemaniyê de, “WALTER MOTT” nûnerê partiya KesK û endamê komîsyona karûbarêb derve yê Sw`îdê di parlemantoya wî welatî de, êrîşa artêşa Turkiyê bo ser bajarê Efrînê, wek binpêkirina yasayên navneteweyî da zanîn, û pişevaniya xwe ji hêzên “YPG”, û “YPJ” îlan kir û herwisa ji welatê Sw`îdê ,û Yekîtiya Eropayê û Şêvra Ewlehiyê a saziya NY daxwaz kir da ku li hemberî terorêzma dewleta Turkiyê bêdeng nemînin.

Hêjayê basê ye ku, hêzên YPG û hêzên YPJ duh du hêlîkoptêrên Turkiyê xistin xwarê, û di van hêlîkopteran de 11 kes hatin kuştin.
Çend leşkerên Tirkiyê jî di şer û pevçûnên di sînorên Tirkiyê de hatin kuştin.

Serbarê van hemû êrîşên duyem Hêza Natoyê, Hêşta jî Tirkiye tenê di çend gundên sînorî de kariye bê pêş, ku ew yek serkevtineke gellek mezin e bo hêzên Rojavaya Kurdistanê û berxwedana wan cîhan heyrîmayî kiriye.