Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja “22`ê Behmen”ê jî xelkê li dijî Xamineyî diruşm dan

14:30 - 12 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Herçend ku rejîma Îranê wekî hemû carê bi firt û fêl û xapandinan, û bi gefxwarina li hemû tex û qatên welat wate bizorê karî xelkekî bîne pêşberî kamêrayan, û wisa nîşan bide ku xelk pê re ne, lê dîsan jî di gellek ciyan de xelkê li dijî rejîm xwepêşandan kirin.

Roja borî di parka Milet a Meşhedê de, hinek ji ciwanên vî bajarî digel hêzên garda dijîşoreşê tûşî şer û pevçûnê bûn.

Di dema axavtina Rûhanî de jî, xelkê li dijî navbirî diruşm dan, û ew wekî derevker bi nav kirin, û di gellek nuqteyên Tehranê de diruşmên Mirin bo dîktator dan.

Di Refsencanê de jî xelkê seba hebûna bêkarî û hejariyê li dijî rejîmê gellek diruşmên tund dan, û ew rejîm wek sebebkarê hebûna hejarî û bêkariyê bi nav kirin.

Di rastî de deshilatdarên vê rejîmê dengê xelkê nerazî bihîstine, lewra jî ji tirsê herifîna sîstema xwe bi qewl û sozên derevîn dixwazin temenê xwe yê biyom dirêj bikin.

Berî 22`ê Behmenê Elem El-huda pêşnimêjê Meşhedê bo rakêşana xelkê bo nava meşa 22`ê Behmenê ragehandibû ku, li ser bingeha dersên Qur`anê dibe xelk di meşa 22`ê Behmenê de beşdariyê bikin.

Rohanî jî berdewam radigehîne ku kêşeya xelkê siyasî ye, û Xamineyî û banda wî tawanbar dike, û berevajî Xamineyî û banda wî jî kêşeya serekî ya xelkê kêşeya aborî didin nîşandan, û bi vî awayî xwe bêguneh nîşan didin. Ew jî didemekê de ku wêneyên wî di nava agirê kerb û kîna xelkê welat de dişewite, lê wî xwe kerr û kor kiriye û dengê xelkê nabihîse, û tenî wî xelkî wekî xelkê welat bi nav dike, ku li ber xwarina keyk û sandîsan di rêûresmên wan de beşdar dibin.