Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçegihanekê bi sedema givaşên hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê, warê xwe terikand

14:54 - 12 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Nûçegihana Ajansa Nûçegihaniya “Mukriyan”ê bi sedema givaşên hêzên ewlehiyê yên rejîma Îslamî a Îranê, neçar ma welat bi cih bihêle.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di raporekê de belav kiriye ku, “Nîştiman Esedî” temen 33 salî û nûçegihana Ajansa “Mukriyan”ê, bi sebeba givaşên hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê, neçar ma da ku di yek ji welatên cîranê Îranê de akincî be.

Wê nûçegihana jin a Kurd di gotûbêja digel Ajansa “Kurdpa”yê de, tevî piştrastkirina vê nûçeyê da zanîn ku, ev çend caran bi sebeba çalakiyên medenî û nûçegihanî ji bo Îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê hatibû gazîkirin, û cara dawiyê jî ev neçûye bo vê îdareyê, û ji ber givaşên Îtila`atê neçar ma da ku welat bi cî bihêle.

“Nîştiman Esedî” herwisa gotiye ku: “Wê berevajiyê dawxaza Îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê, ji çûna vê îdareyê xwe parastiye, û hewisa tekez jî kiriye ku, wê bi bê destûra nivîskî a dadgehê nexwastiye serdana wê navenda hikûmetî bike”.

Îdareya Îtila`atê di 5`ê Rêbenda 1396`an de, di pêwendiyekî telefonî de, ji bo cara duyem ji Nîştiman Esedî daxwaz kiribû da ku, bi armanca lêpirsînê serdana wê Îdareyê bike, lê Nîştiman Esedî jî berevajiyê wan, ew daxwaza vê navenda Ewlehiyê ya rejîmê red kiriye, û ji çûna bo vê Îdareyê xwe parastiye.

Nîştiman Esedî di bajarê Nexedê de hatiye dinê, û di bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê de jî akincî bû, navbirî di warê mafê mirov û mafê jinan de çalak bû, û zêdeyî yek salî bû ku weke nûçegihana Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê çalakî encam didan.