Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efrînê pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê gihandin nuqteya herî hestiyar

14:00 - 13 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê ku gellek evraz û nişîv bi xwe ve dîtine, û li ser pirsa Efrînê û piştgiriya locistîkî ji HSD`ê, niha êdî ew pêwendî gihîştine xala herî hestiyar.

Mewlûd Çavişoxlo Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê roja orî ragehand ku navbera wan û Amerîkayê rastî gellek kêşeyan hatiye, û gihîştiye xala herî hestiyar, û yan wê baş be, yan jî wê bi tewahî têk biçe.
Tirkiye radigehîne ku Amerîkayê bi piştgiriya ji HSD`ê ku YPG hêza herî sereke ye di nav vê hêzê de, hitbara xwe cem me ji dest daye, û dibe zelal bike ku gelo ew digel Tirkiyê ye, yan li dijî Tirkiyê ye. Herwisa Tirkiyê gefa jêstandina binkeya Încerlîkê jî li Amerîkayê xwariye.

Lê Amerîkayê herçend nekariye, yan jî nexwastiye ku li ber berjewendiya xwe pêşiya êrîşa esmanî ya Tirkiyê bo ser Efrînê bigre, lê berdewam e li ser piştgiriya ji YPG`ê, û wê hêzê wekî hêza herî bibandor li şerê li dijî DAÎŞ`ê de bi nav dike, û Wezîrê Paratsinê yê Amerîkayê jî ragehand ku ew êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê bala civaka cîhanî li ser şerê li dijî DAÎŞ`ê vêde dibe.

Biryar e ku di çend rojên bê de Tîlirson Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê serdana Tirkiyê bike, û vê mijarê bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêj bikin.

Eva 25 roj bi ser şerê Efrînê re derbaz bûn, û duyem hêza NATO`yê bi hemû çekên xwe yên pêşkevtî nekariye bi alîkariya hêzên Arteşa Azad, ji çend gundan zêdetir dagîr bike, û hindî ku diçe, berxwedana li Efrînê hem cîhanê sersam dike, hem jî zexta li ser Tirkiyê hem ji aliyê civaka cîhanî û hem jî ji aliyê malbatên serbazên kuştî ve zêde dike.

Herwisa xistina xwarê ya du hîlîkopteran ku çendîn serbazên Tirkiyê tê de hatin kuştin, û hingavtina firokeyeke çavdêriyê (balafira keşvê, balafira pêger) jî di roja derbazbûyî de, Tirkiye hisabî xiste tengaviyê de.

Hêjayî basê ye komîserê payebilind ê NY Zêyd Raid El-husên roja borî daxwaza gehandina bilez ya alîkariyên mirovdostane bo xelkê medenî ê Efrînê kir, û ragehand ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê rojane xelkê medenî yan birîndar dibin yan jî têne kuştin.