Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirinên biguman di girtîgehên Îranê de, bê lêhilkolîn namînin

14:44 - 13 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Navenda Çavdêr a Mafê Mirovan derheqê nerazîbûnên heyamên borî yên xelkê Îranê de, dibêje ku di girtîgehên Îranê de mirinên biguman çê dibin.

Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan ragehandiye ku ew hem nîgeran in, hem jî guman li ser wê hene ku, rejîma Îranê çima heyanî niha nekariye riyekê ji bo lêkolînên xweser derheqê mirina girtiyan di girtîgehan de, ji bo wan rê bixin, û heta ew nîgeran in seba vê ku parêzerek jî di vê derberê de, rastî azardanê ji aliyê berpirsên girtîgehê ve hatiye.

Vê saziyê derheqê mirina biguman a girtiyan dibêje ku, di heyama yek meh û nîvan de, aliyê kêm sê girtî di girtîgehên Îranê de bi awayekî biguman mirine, yek ji wan “Kawûs Siyêd Îmamî” mamosta, civaknas û çalakvanê jîngehî ye.

Wê saziyê heriwsa nîgeraniya xwe di vê derheqê de aniye ziman, û ragehandiye mirovekî bi vî rengî lêhatî û xwedîzanist çavan wê karekî wiha encam bide.

“Sarah Leah Whitson” Berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn ragehandiye ku, rayadarên rejîma Îranê wisa hesab dikin ku, ew dikarin bi ragehandineke sade derheqê mijara mirina biguman ya “Siyêd Îmamî” ku xwedîzanist û mamostayê zanîngehê, û herwisa kesayetiyekî naskirî bûye, ew jî di girtîgeha tawaw ewlehî a Êvînê de, karekî wisa bikin ku saziya wan wiha hêsan bi ser de derbaz bibin.

“Sarah Leah Whitson”berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn herwiha dibêje ku ji mêjve ye ku berpirsên dadweriya Îranê hitbara xwe ji dest dane.