Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarên Almanyayê de meş hatin lidarxistin

14:52 - 13 Şibat 2018

Kurdistanmedia: ji bo piştevanîkirin ji du girtiyên siyasî, Hidayet Edbullahpûr û Ramîn Husênpenahî û herwisa ji bo piştevanîkirin ji Efrînê û şermezarkirina êrîşa dagîrkeriya artêşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, di çend bajarên Almanyayê de, meş hatine lidarxistin.

Roja Şemiyê 21`ê Rêbendana 1396`an, di bajarê `Shtotgart` a Almanayê de meşên ji bo piştevanîkirin ji du girtiyên siyasî yên Kurd, Hidayet Ebdullahpûr û Ramîn Husênpenahî û herwisa ji bo piştevanîkirin ji Efrîn û şermzakirina êrîşa dagîrkeriya hikûmeta Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.

Komîteya PDKÎ û Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê, di Almaniyayê de, meş lidar xistibûn, û ew meşa bi beşdariya hejmarek ji xelkê Alman û herwisa, Kurdên akincî di vê deverê de hate lidarxistin.

Herwiha roja Yekşemî 22`ê Rêbendana 1396`an, li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îslamî a Îranê, ya di bajarê Hamborgê de jî Kurdên ku di wî bajarî de akincî ne, ji bo piştevanîkirin ji gelên Îranê û şermezarkirina cinayetên rejîma Îran, yên derheqê girtiyên siyasî û bi taybet sepandina sizaya narewa ya îdamkirinê li ser Remîn Husênpenahî û Hidayet Ebdullahpûr meşiyan.

Ew meşên ku îşare bi wan hate kirin, ji aliyê Komîteya Alîkar a Hizbê û aliyên siyasî yên Îran û Kurdistanê yên ku di bajarê Hamburgê de akincî ne hatibû lidarixistin.

Di vê meşê de daxuyanya navenda alîkar a hêzên siyasî yên Kurdistanê, bi boneya salroja şoreşa gelên Îranê, ku di malpera Kurdistanmediayê de hatiye belavkirin, ji aliyê Ramyar Mênberî endamê PDKÎ bi zimanê Farsî hate xwendin.