Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Dadweriya rejîma Îranê dest bi ser avahiyên hevwelatiyan de digire

14:59 - 13 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Dezgeha Dadweriya rejîma Îslamî a Îranê, destûra destbiserdegirtina kelûpelan û avahiya hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê da.

Li gora rapora gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, kelûpel û avahiya hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Usman Rehmanî” kurê “Ebûbekir” û xelkê gundê “Zêwe” a girêdayî bajarê Pîranşarê,ji aliyê Dezgeha Dadweriya rejîma Îranê ve, dest bi ser de hate giritin.

Usman Rehmanî derheqê birêveçûna vê sizayê, ji aliyê Dezgeha Dadweriya rejîmê ve, nameyek bi awayê veşartî ji bo jora bazirganî a bajarê Pîranşarê şandiye, û ji Yekîtiya Sinfî û bingahên kirîn û firotina avahiyan û herwisa ji navendên kirîn û firotina trombîlan re hişdarî daye, da ku wan nekirin, piştre her bûyerek biqewime ew bi xwe berpirsyar in.

Usman Rehmanî piştî derketina şer û pevçûna di navbera pêşmergên PDKÎ û hêzên terorîstî yên Sapaha Pasdaran, di gundê “Zêwe” a girêdayî bajarê Pîranşarê, û kuştina hjemarek ji endamên Îtila`atê yên girêdayî Wezareta Îtila`atê, neçar ma warê xwe bi cî bihêle.

Di roja 13`ê Befranbara 1396`an di navbera pêşmergên PDKÎ û hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê de, şer derketibû.