Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanyayê siyaseta êrîşkarane ya Îranê li dijî Îsraîlê mehkûm kir

14:59 - 14 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Piştî hingavtina balafireke pêger ya Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, û piştre jî êrîşa balafirên şerî ên Îsraîlê li ser gellek armancan di nava xaka Sûriyê de, berdevkê dewleta Almanyayê siyaseta dijî Îsraîlî ya Îranê di Sûriyê de, wekî siyaseteke êrîşkarane bi nav kir.

Berdevkê dewleta Almanyayê “Iştifan Zaybirt” li dijkiryara bi geşbûna tundûtîjiyên di navbera Îran û Îsraîlê di Sûriyê de ragehand, ku ew siyaseta Îranê dibe sedema geşkirina agirê şerê navxweyî di Sûriyê de.

Berdevkê dewleta Almanyayê herwisa siyaseta rejîma Îranê di Lubnanê de jî rexne kir.

Li dijkiryara bi pêkana balafira sîxoriyê ya rejîma Îranê ji aliyê Îsraîlê ve, Elî Şemxanî sekreterê Konseya Bilind ya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, pêkana vê balefirê ret kir.

Li gora gotina berpirsên Îsraîlî ji sala 1982`an şûnda eva yekem car e ku balafireke şerî a Îsraîlê di dema encamdayîna operasiyonekê de di nav welatekî Erebî de tê hingavtin.

Roja Duşemiyê bû ku rojnameya “Di sait” a Almanyayê ji zimanê berpirsên Îsraîlî ve nivîsand ku dîplomatên Almanî, Firansî, û Birîtanî peyamên hişyarîdanê yên Îsraîlê gehandin dewleta Rûhanî, lê diyarîkirina siyasetên herêmî ên Îranê di destên serkomar de nine, belku rêberê rejîmê ye ku di vê derheqê de biryarê dide.

Li gora rojnameya “Di sait” a Almanî dewlet û arteşa Îsraîlê ser vê baweriyê ne ku şerê Îran û Îsraîlê wê her rû bide, lê tenê dema destpêkirina vî şerî ne xuya ye.