Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jim Mattis: Îran sebeba hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e

15:28 - 14 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê ragehand ku, rejîma Îranê sebeba serekî a hemû pirsgirêkan di Rojhilata Navîn de ye.

“Jim Mattis” Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, roja Duşemî 12`ê Fêbriya 2018`an, bas ji vê jî kiriye ku, rejîma Îranê di pişta hemû pirsgirêkên deverê de ye, û herwiha gotiye ku, her cihekî, ku di Rojhilata Navîn de pirsgirêk hebin, rejîma Îranê jî li wir e.

“Jim Mattis” heriwsa gotiye ku, ew mafê me ye ku, li hemberî metirsiyan de berevaniyê ji xwe bikin, herwisa îşare bi rola hevalbendan di Sûriyê de jî kiriye û gotiye ku, bersiva êrîşa ser navendên hevalbendên Amerîkayê bersiveke bicî bûye.

Rejîma Îranê bi destêverdan di karûbarên welatên deverê, û piştevanîkirin ji terorîzmê, sebeba serekî ya aloziyan di Rojhilat a Navîn de ye, û vê rejîmê bi afirandina alozî û şer di welatên deverê de tawanbar dike.