Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Hewramanê de dayîka du şehîdên PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

15:31 - 14 Şibat 2018

Kurdistanmedia: “Emîne Husênî” dayîka du şehîd û herwiha xwîşka sê şehîdên PDKÎ çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 23`ê Rêbendana 1396`an, xwedêjêrazî “Emîne Husênî” dayîka şehîdên bi navên “Ezîz û Mihemed Selîmî” û herwiha xweîka şehîdên bi navên “Tahir, Sabir û Mistefa Husênî” bi sedema nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.

Emîne jineka şoreşger, bivêr û emegdar bi riya kur û birayên şehîd yên xwe bû, û rêz û hurmeteke taybet di nav xelkê deverê de hebû, termê wê şêrejina Kurd di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navrbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.