Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Almanyayê nekarî di dadgeha Demîrtaş de berhev be

14:50 - 15 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Berpirsyarên Tirkiyê pêşiya çûyîna balyozê Almanyayê bo nav avahiya dadgehîkirina Demîrtaş hevserokê berê yê HDP girtin.

Martîn Adirman raeghand ku îzin bi wî û dêplomatên din nehate dan ku di dadgeha Demîrtaş de amade bin. Navbirî dixwast ku wekî çavdêr di vê dadgehîkirinê de berhev be.Demîrtaş ji sala 2016`an ve di girtîgeghê de ye.

Demîrtaş yek ji wan siyasetmedarên herî netirs di Tirkiyê de ye ku siyasetên nejadperestane ên hikûmeta Tirkiyê derheq gelê Kurd berdewam rexne dike.

Hêjayî basê ye ku serbarê rewşa herî bizehmet ya HDP`ê û binçavkirina bi hezaran endamên wan û li serveyî hemiyan destbiserkirina Demîrtaş û Fîgen Yûksekdax, û serbarê hebûna şerekî giran di sînorên Tirkiyê de, HDP`ê roja 11`ê Sibatê kongireya xwe ya 3.mîn li dar xist, û Demîrtaş jî bi şandina peyamekê daxwaz kir ku hevserokên nû ji xwe re hilbijêrin.

Di vê kongireyê de Parlamenterê HDP`ê yê Stembolê Sezaî Temel û Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan bi bê hebûna tu rikeberekî din, wekî hevserok hatin hilbijartin.

PDKÎ jî wekî gellek partiyên din ên Kurdistanî peyameke pîrozbahiyê bo vê kongireyê şandibû, û ragehandibû ku:

“Em keyfxweş in bi lidarxistina Kongireya we, û em hêvîdar in ku kongireyek serkevtî û pirr naverok be, ku xebata Kurd li Kurdistana Tirkiyê, vê rewşa tall derbas bike, û ber bi pêşerojek geştir ve here”.