Kurdistanemdia: Arteşa Tirkiyê ku heya niha radigehand ew sivîlan nake armanc, lê piştî derbazbûna nêzî mehekê bêdengiya civaka cîhanî, niha êdî navenda Efrînê dike armanc.
Ji bilî navenda Efrînê ku heya niha gellek sivîl tê de birîndar bûne, yan jî jiyana xwe ji dest dane, balafir herêma Bilbilê bi giranî bombebaran dikin, ku ew yek nîşan dide, Tirkiyê berevajiyê vir û derev û çewtekariyên xwe, ku di ragehandinan de bas ji destbiserdegirtina vê herêmê dike, heya niha jî nekariye dest bi ser vê navçeyê de bigre.
Ew berxwedana Kurdan di hemberî vê dagîrkeriyê de, herçend heya niha nekariye civaka cîhanî bi awayekî micid bîne ser xet, lê raya giştî ya derve bi awayên curbicur piştgiriya xwe ji Efrînê nîşan didin.
Her di vê derheqê de, di nivîsekê de ku li rojnameya “Le Fîgaro” de li ser navê gellek kesên navdar hate belavkirin, û navê Wezîrê Karên Derve yê berê Bernard Koşnêr jî tê de ye, hişyarî hate dan ku hekî pêşiya dagîrkirina Efrînê nehê girtin, wê Fransa li pêşberî dîrokê hesabê bide.
Di nivîsê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk tevî “komên cîhadîst” ên bi DAÎŞ\'ê ve girêdayî êrîşî Efrînê kiriye .
Di dewama nivîsê de hatiye ragihandin ku Tirkiye hebûna Kurdên qedîm ên li Efrînê li dijî yekparçebûna axa xwe û weke gefê dibîne, û îşarebi metirsiya qirkirinê hatiye kirin.
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina aştiya herêmê û ji bo berjewendiyên welatê xwe, divê Fransa pêşiya vê dagîrkeriyê bigre.