Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinek mûşekên dûrhavêj ên Husiyan dest bi ser de hate girtin

20:00 - 15 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Arteşa nîştimanî ya Yemenê karî komgeheke mûşekên dûrhavêj ên Husiyan bibîne û dest bi ser de bigre.

Ehmed Şelî yek ji berpirsên payebilind ên leşkerî ên Yemenê ragehandiye: Hêzên wê karî ne, piştî derkirina Husiyan li bajarê Heys, dest bi ser hinek ji mûşekên dûrhavêj de bigrin.

Navbirî di malpera xwe ya taybetî de div ê derheqê de nivîsandiye: Ew mûşek pêk dihatin ji şeş mûşekên 500kg û pênc mûşekên 200 kg.

Roja Duşemiyê 12`ê Şibata 2018`an berdevkê hevpeymaniya Erebî bo şerê Yemenê ragehadibû: “Heya niha milîşên Husiyên ser bi rejîma Îranê 95 mûşekên balistîk avêtine Erebistanê, û gellek caran jî tankerên veguhastina sotemeniyê û samanên giştî ên xelkê Yemenê kirine armanc”.