Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Alîkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq roja zimanê dayîkê

21:02 - 18 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Li bereberê hatina roja cîhaniya zimanê dayîkê, Navenda Alîkariya Hizbên Kurdistana Îranê daxuyaniyek weşand, û tê de daxwaz ji xelkê Kurdistana Îranê kir ku bi her awayekî ku ji destê wan tê, di pêşwaziya roja cîhanî ya zimanê dayîkê de, bi awayekî yekgirtî û bi kiryar dengê xwe yê mafxwazane bilind bikin.

Deqa daxuyaniyê weha ye:

Daxuyaniya Navenda Alîkariya Hizbên Kurdistana Îranê di pêşwaziya ji roja cîhanî ya zimanê dayîkê
Xelkê mafxwaz ê Kurdistanê!

Xortên hişyar ên gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de!

Hogirno! û parêzer û berevankarên zimanê Kurdî di Îranê de!


Herwekî ku hûn dizanin 21`ê Şibatê ya hemû salekê (îsal 2`ê Reşemê) di asta cîhanî de wekî roja zimanê dayîkê hatiye naskirin, û di nava gel û neteweyên cîhanê de bi awayên cur bi cur tê bibîranîn.

Mirov jîndareke nasnamexwaz e, û ziman di nîşandan û selimandina vê nasnameyê de pêgeheke taybetî heye. Ziman nîşana herî pirreng ya nasnameya mirov e. Mirov ji riya ziman ve, wateyê dibexşe jiyan û nasnameya xwe û derdorê. Zimanê dayîkê ne tenê zimanê axavtinê, belkû zimanê dilovanî, zimanê hest û bîrkirina mirovan e. Her van rastiyan jî wisa kiriye, ku navendên navdewletî ên bergirî ji mafê mirovan, girîngiyê bidin mafên pêwendîdar bi ziman û bi taybetî parastin û vegeşandina zimanê dayîkê.

Beşek ji wan mafan, di pesendkiriyên navdewletî yên wekî daxuyaniya cîhanî ya mafên mirov, rêkkevtinnameyên navneteweyî ên mafên medenî û siyasî, konvansiyona nehêştina ferq û cudahîdanînê di sîstema perwerde û hînkariyê de, konvansiyona mafên zarokan, konvansiyona navneteweyî ya vêdebirina her cure ferq û cudahiyeke nejadî, daxuyaniya mafê kêmaniyên mesebî, neteweyî, etnîkî û zimanî û daxuyaiya cîhanî ya mafên zimanî, reng dane, û pê li ser dagirtine.

Îran li rûyê pêkhateya zimanî, netewyeî û ayînî û kulturî ve welateke çend reng û çend neteweyî ye. Lê deshilatên yek li pey yekê ên Îranê bedela qebûlkirina hebûna van neteweyan û bifermînasîna mafên wan, û yek ji wan qebûlkirina xwendina bi zimanê xwe, înkar û serkutkirin û vêdedana vê zimanê kirine siyaseta xwe. Bifermînasîna mafê xwendina bi zimanê dayîkê bo wan neteweyan, di biyavê derûnî, perwerde, kulturî û zimanî de bûye çavkaniya kêşeyên mezin û zirarên cubrannekirî. Berhevdan û xwendina îdeolojîk û siyasî ji aliyê deshilatdaran ve, ew maf ber bi aliyekî din ve biriye. Sîstemên şovenîst nasnameya xwe tevlî zimanê serdest kirine, û wekî emirazekê ji bo serkutkirin û piştguhxistina zimanê neteweyên blindest ên Îranê bi kar aniye. Deshilatdar derheq mafê zimanî û mafên din ên pêkhateyên Îranê, komeke hêcet û hokaran tînin ku di bingeh de, jirêderxistina rastiya kêşeyê ye, bo mînak bikaranîna têgeha kêmanî û hûrdeçandan.

Bi tewahî eşkere ye ku koma kêmaniyan (neteweyên jêrdest) piraniya akinciyên vî welatî pêk tînin, di demekê de ku ji mafên herî destpêkî ên xwe bê par in. Ew têgehane li ser bingeha ferqdanîn û bifermînenasîna cudahiyan, û haşakirin ji mafên xwezayî û siyasî ên sercem pêkhateyên neteweyî û zimanî û ayînîn ên vî welatî hatine danîn. Eva jî rasterast dikeve çarçoveya serkuteke sîstematîk de, ku aliyekî yasayî pê hatiye dan.

Ji dîtingeha deshilatdaran ve, zimanê dayîkê jî gef e li ser berjewendiya neteweyî, yekparçeyiya xak û di heman demê de, hêcetek e bona cudabûnê û serbixweyîxwaziyê. Lewra li ser vê bawewriyê ne ku ew têgehên fermî dibe stûnên serekî ên şunasa resen a Îranî bin.

Alîgirên siyaseta tekzimanî pêk tên ji wan kesayetî û rewt û aliyan ku tenê xala hevbeş ya wan, renge heman hewcehiya parastina pêgha pawanxwazane ya zimanê neteweyên serdest be. Eva di heman demî de, bûye sedema kêmgirtina zanist û edeb û kultura neteweyên din û bêbuhakirin û helandina wan. Pêşîgirtina vê siyasetê di rastî de bingeha fikrî, siyasî û îdeolojiya deshilatdarên Îranê û pêvajoya bêdeshilat û hevbîrên wan bûye ji dirêjahiya dîrokê ve heya digihîje niha.

Ew cure dîtingeh û siyaset, bi kiryar gurzeke metirsîdar e di pêkhateya çend rengî ya Îranê de, û metirsiya jinavçûn û piştguhxistina şunasa neteweyî ya neteweyên din e. Lê bêşiyanî û lawaziya pêkhateya sîstema siyasî di ber bi pêşvebirina rewta wekhevîxwazî û asîmilasiyona ferhengî û zimanî ji aliyekî ve, û hişyariya neteweyên bindest û bergirîkirina ji zimanê xwe sedema sernekevtina wê bûye.

Ew îdi`aya ku bifermînasîna zimanên xeyrîfarsî dibe sedema bihêzbûna xwestek û hogiriya bi veqetiyana neteweyên xeyrîfars, zêdetir di bin bandora “teoriya toti`e” û cewherê qorixkirina deshilatê û dehsilatdaran de bûye. Eşkere ye ku sepandina zimaneke taybet dikeve nava çarçoveya zimankuştin û serkuteke sîstematîk bi tewahiya wateya xwe de. Di demekê de di vê serdemê de, bi dehan welatên cîhanê zêdetir ji yek zimanê fermî hene, sîstema perwerde û fêrkariya wan çend zimanî ye, û piraniya wan jî xwediyê sîstemeke siyasî ya cihgir û demokratîk in.

Em wekî neteweya Kurd jî, wekî neteweyeke xwedîçand û şaristaniyet, di derbazbûyî û heya niha jî, ku ziman û kultura me ji aliyê kultura zal û serdest ve metirsiya helandin û jinavçûnê li ser e, û wekî erkeke nîştimanî ya her takeke Kurd dizanin ku pirsa zimanê dayîkê û parastina wê girîng e, daka vegeşandin û parastina wê bidin.

Bangewaza me:

Navenda Alîkariya Hizbên Kurdistana Îranê tevî pîrozbahiya roja cîhanî ya zimanê dayîkê li neteweya Kurd û neteweyên din ên Îranê, bi rêz û hurmet ve, awiran li hewl û xebata dilsojane ya ronakbîran û mamostayan, nivîskaran, lêkolînvanan û wêjevanên Kurd di Rojhilata Kurdistanê û navxwe ya Îranê dide, ku serbarê gefan û karşikêniya dem û dezgehên hikûmetî, ji parastina zimanê xwe, û xizmetkirin û vejiyandinê xafil nînin.

Di pêşwaziya ji roja cîhanî ya zimanê dayîkê de bangewaza me ji bo hemû xortên gelê me di Rojhilata Kurdistanê de ew e: Roja cîhanî ya zimanê dayîkê bikin derfetek bona dengbilindkirina li dijî serkutkirina zimanî û binpêkirina mafên neteweyî ên Kurd û pêkhateyên din ên Îranê. Birêveberên rejîma Komara Îslamî nêzî

40 salan e heya li ser riya cîbicîbûna vê aliyê kêm ji mafên zimanî ên pêkhateya Îranê jî, ku di yasaya bingehîn de hatiye, bûne asteng û rêgir, û ew yek kirine hêvinê bangewaza mohreyên xwe di bi nav hilbijartinan de, û bi vî rengî bi şi`ûr û xwesteka vê pêkhateya neteweyî û zimanî dilîzin.

Em daxwazê dikin ku di rojên bê de, û bi taybetî di roja cîhanî ya zimanê dayîkê de, bi armanca mehkûmkirina stem û serkutkirina zimanî û neteweyî di Îranê de, û bilindragirtina ziman û şunasa neteweyî ya xwe bibin yekparçe çalakî. Çavnihêriya me ew e ku di zankoyan, xwendingehan, îdareyan, binke û navendên kulturî, torên civakî, di van ragehandinên ku dengê we digihîje wan, bi ew qasê eşkereyî û bivêrane nerazîbûn, û bêzariya xwe ji siyasetên zimanî û neteweyî ên Komara Îslamî nîşan bidin. Daxwaza me ji tev çîn û texên civaka Kurdistanê, mamosta, dersxwan,xwendekar û çalakên ferhengî û medenî ew e ku bi her awayekî ku ji dest wan tê, di pêşwaziya ji roja cîhanî ya zimanê dayîkê de, bi awayekî yekgirtî, û bi kiryar dengê xwe ên mafxwazane bilind bikin.

Bi hêviya hindî baştir birêveçûna roja zimanê dayîkê di Kurdistanê de

Navenda Alîkariya Hizbên Kurdistana Îranê