Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreya 228 a destpêkî a pêşmergatiyê bi dawî hat

21:07 - 18 Şibat 2018

Kurdistanemdia: Rêûresma bidawîhatina devra despêkî ya pêşmergayetiyê, li ser çiyayên Kurdistanê hate lidarxistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,roja Pêncşemî 26`ê Rêbendana 1396`an, di rêûresmeke taybet de, desteyek ji keç û xortên jêhatî yên Kurd piştî tewawkirina devrên taybet yên siyasî û nizamî, çeka berevanîkirin ji kerameta neteweya xwe avêtin milên xwe.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de ragehandiye ku: Ev rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb”, û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgiritin ji riha pak a şehîdên Kurd û kurdistanê dest pê kir.

Piştî encamdana çend nimayêşên leşkerî ji aliyê pêşmergên beşdar di vê devrê de, ev rêûresma bi amadebûna çend endamên rêberiya hizbê û beşek ji pêşmergên Hêza Taybet li ser çiyayên Kurdistanê, bi rê ve çû. “Rohank Fathî” cihgira Komîteya Navendî a PDKÎ di vê rêûrsmê de axivî.

Navbirî di destpêka axavtina xwe de, tevî pîrozbahîkirina devrê ji kesên beşdar re, bas ji kesayetiya bilind ya pêşmergebûn û taybetmendiyên wê kir, û ragehand: Pêşmerge miroveke xwedî îrade ye, çimku li hemberî dijwarî û evraz û nişîvên li ser riya xebatê xwe natewîne, û beravajiyê wan dijwariyan, bihêztir dibe, heriwsa îradeyeke ku neyarên gelê Kurd jê çavtirsî bûne.

Di beşeke din a axavtinên xwe de got ku: Neyarên gelê Kurd gellek hewl dane da ku, pêşmerge weke kesekî şerxwaz û têkder di nav xelkê de bidin naskirin, lê cewhera şoreşgerîbûnê û bîrûbaweriya demokratîk a pêşmerge, ev hewl û xeyalên neyarên gelê Kurd betal kiriye.

Herwisa got ku, bi sebeba wan guherînkariyên ku di deverê û bi taybet di Îranê de çê bûne, xebata gelê kurd ji bo rizgarî û azadiyê, pê daniye nava qonaxeke nû de, û zêdetir ji her demekê pêwîstî bi hevxebatî û bihêzkirina ruha bilind ya neteweyî heye.

Hêjayî basê ye ku, ev rêûresma bi çend helbest û sirûdên şoreşgerî ve, ku ji aliyê kesên beşdar di vê devrê de hatibû amadekirin, û di dawiyê de jî bi çend nimayêşên taybet yên leşkerî bi dawî hat.