Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çûna hêzên Sûriyê bo Efrînê Tirkiye êşand

15:27 - 21 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Piştî lihevkirina HSDê û hêzên Sûriyê bona parastina sînorên Sûriyê li hemberî êrîşên Tirkiyê bi kiryar yekîneyeke hêzên Sûriyê xwe gehande HSDê, û ew yek bû sedema kerbvebûna zêdetir ya rayedarên Tirkiyê.

Gihîştina wan hêzan di nava raya giştî de jî rastî şiroveyên cur bi cur ên erênî û neyînî hat. Hinek alî vê biryara HSDê wekî biryareke bicî dizanin ku wê bikare gelê Kurd li hemberî êrîşên esmanî ên Tirkiyê biparêze, hinek alî jî vê biryarê wekî biryara yekalî ya PYDê û wekî radestkirina Efrînê dihesibînin.

Rayedarên Tirkiyê jî ragehandin ku her aliyek bixwaze ku YPGê biparêze, wê rastî bersivên tund ên wan bê. Hinek siyasetvan jî li ser vê baweriyê ne ku hatina hêzên Sûriyê wê şerê Efrînê mezintir û berfirehtir bike, û wê bibe şerê Tirkiye û Sûriyê.

Ji aliyekî din ve çend nivîskar û rewşenbîrên Yûnanê jî li dijî dagîrkeriya arteşa Tirkiyê piştgiriya xwe ji Efrînê ragehandin ku di nava wan de em dikarin îşarê bi navê kesên wekî
hunermend Xronîs, Siyasetmedar Ianîs Ksenîos, Wezîra berê yê aboriyê Nadîa Balabanî, Hiqûqnas Korîna Repûskî xûya dikin.
Herwisa Samî Tanê zimannas jî ragehand ku ew êrîş li dijî Kurd wê bi ser nekevin.

Zimanzan Samî Tan got, înkar û asîmîlasyon ji bo Kurdan ne tiştekî nû ye, lê Kurd xweş bi berxwedanê zanin û diyar kir, zextên tekparêz û nîjadperest wê bi ser nekevin.
Samî Tan got, ev siyaseta tekparêz ji bilî zerarê tiştekî din nade gelên Tirkiyê û destnîşan kir ku kesên daxwaza gelekî ya ji bo xwerêvebirina bi çand, ziman û nasnameya xwe weke pirsgirêkê dibînin, ew bi xwe pirsgirêk in.Tan herî dawî bang li her kesî kir ji bo ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.

Ji aliyekî din ve Artêşa Tirk ji bo veşartina windayiyên xwe yên li dijî berxwedana Serdemê nexweşxaneyên Dîlok, Kîlîs û Hatayê li ser sivîlan de gitin. Tirkiye berdewam dixwaze ku wisa nîşan bide ku ew di şer de zirara herî kêm dibînin, lê çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku di seremdema pêşketina teknolojiya ragehandinê de, bêguman ew siyaset jî nikare bi hawara wan de bê, û rastiya xwarina derbên giran ji destê hêzên Kurdî de, ku berxwedaneke bêhempa dimeşînin, bi van siyasetên qirêj nahê veşartin.