Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reşnûsa dorpêçên nû li dijî Tehranê bo Konseya Ewlekariyê hate şandin

16:12 - 21 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Bi sedema piştgiriya mûşekî ya rejîma Îranê ji Hûsiyên Yemenê reşnûsek ji bo mehkûmkirina Îranê, bo Konseya Ewlekariyê ya NY hate şandin.

Welatên Amerîka, Fransa û Birîtanya li ser şandina mûşekan bo Hûsiyan ji aliyê rejîma Îranê ve, û binpêkirina dorpêçên NY, reşnûsek li dijî Îranê dane dest Konseya Ewlekariya NY, da ku rejîma Îranê mehkûm bikin.

Ew reşnûs ji aliyê Amerîkayê ve bi 15 endamên Konseya Ewlekriyê hatiye dayîn, û li 26`ê Şibata 2018`an de, di Konseya Ewlekariyê de rapirsî li ser tê kirin. Hêjayî basê ye ku hinek ji dîplomatên Konseya Ewlekariyê derheq vê reşnûsê de, gotine ku ew rê didin vê rêkxirawê, da ku li ser çalakiyên mşekî ên rejîma Îranê li Yemenê dorpêçan bisepîne.

Hûsiyên Yemenê heya niha zêdetir ji 90 mûşekên balistîk ber bi Erebistanê ve avêtine, û bûne cihê nîgeraniya hevpeymaniya Erebî, û gellek caran ragehandiye ku ew mûşek çêkiriyê destê Îranê ne, ku helwesta civaka cîhanî jî li pey xwe aniye, û dest kirine bi lêkolîna li ser paşmayiyên mûşekan, û hinek belge dest ketine ku nîşan didin, ew mûşek ji aliyê rejîma Îranê ve hatine çêkirin.